Amed bi wêneyên Rêber Apo li Newrozê ye, Kemal Korkurt hat bibîranîn

Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê qada Newrozê ku çavê hemû cîhanê lê ye, bi sedhezaran tije bû. Li qanê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Beriya destpêkirina bernameyê Kemal Korkut ê di Newroza 2017’an de hatibû qetilkirin, hat bibîranîn.

Amed bi wêneyên Rêber Apo li Newrozê ye, Kemal Korkurt hat bibîranîn
21 adar, 2025   11:49
AMED 

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Bakûrê Kurdistanê ku bi dirûşmeya, “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tên lidarxistin didomin. Pîrozbahiyên ku îsal 12’ê Adarê li navçeya Lice ya Amedê ku kongreya yekemîn a PKK’ê lê hatibû pêkanîn, destpêkiribûn, îro li pîrozbahiya bi heybet a Amedê derdikeve lutkeyê. 

Pîrozbahiya Amedê li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê tê lidarxistin. Platformeke pîrozbahiyê bi dirûşmên Newrozê û dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî" hate xemilandin.

 Li qadê wêneyeke mezin ê Kemal Kurkut ku di Newroza sala 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû qetilkirin jî hate daliqandin.

Gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên weke, “Me bi ciwantî dest pê kir dê bi ciwantî bi ser kevin”, “Dê azadî bi ser keve”, “Ên nizanin bi jinekê re biaxivin nikarin bibin sosyalîst”, “Rêgeza min a sereke jiyana efsûnî ye” û “Armanca gerdûnê azadî ye” weke pankart hatin daliqandin. 

Ji saetên serê sibehê ve bi hezaran welatî ji çar aliyên bajar, navçe, bajarok û gundên derdorê berê xwe dan qada Newrozê.  

Li ser her rêyek diçe qadê ciwan û jinên bi cil û bergên netewî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Her wiha li ber dahol û zurneyan govend hat gerandin.  

Hat gotin ku ku bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên rêxistinan ên ji Fransa, Katalonya, Spanya, Îrlanda, Belçîka, Almanya, Îtalya, Kenya, Çekya, Hindistan, Misir, Îran, Lubnan, Iraq, Lîbya, Tunus û Herêma Federe ya Kurdistanê tevlî pîrozbahiyê dibin.  

Di heman demê de ji welêt û derveyî welat 629 rojnamegeran ji bo şopandina Newrozê serlêdan kiriye.   

Mijara sereke ya Newroza îsal a Amedê jî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan a ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin e. 

Li qadê wêneyê Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina 27’ê Sibatê de bi Şandeya DEM partî û girtiyên azadiyê ên li cem wî dimînin re kişandibû hat daliqandin.  

Beriya destpêkirina pîrozbahiyê, ciwanê bi navê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû qetilkirin, li cihê şehadeta xwe hat bibîranîn.

Li qada ku sed hezaran kesan dagirtî ye, bi xêrtinan û rêzgirtinê destpê kir.

(a)

ANHA