Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ragihand ku ew ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin û got: “Ger hûn razî bin ku ev hikumet bibe bankek ji bo malbatekê, herin dengê xwe bidin birêz Midûrê Giştî.”

Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
29 îlon, 2024   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi beşdariya serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, li bajarê Silêmaniyê pêngava yekem a propagandaya ji bo hilbijartinan û nasandina namzetên lîsteya 129 a YNK'ê dest pê kir.

Bafil Talebanî ragihand ku YNK tekane partî ye ku dikare rêbaza desthilatdariya Herêma Kurdistanê sererast bike û wiha got: “Di vê hilbijartinê de em ê bi piştevaniya xwedê û xelkê Kurdistanê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin. Yasaya hilbijartinê ya berê kirasekî malbatekê bû, lê me ew kiras çirandin.”

Serokê YNK’ê teqez kir ku tenê YNK dikare tiştekî bike, aliyên din jî nikarin tiştekî bikin û wiha anî ziman: “Ger hûn razî bin ku ev hikûmet bibe bankek ji bo malbatekê, herin dengê xwe bidin birêz Midûrê Giştî. Li Silêmaniyê gelek tiştên xerab hebûn û me hemû hilweşand. Ev peyamê ji bo PDK’ê; ger buldozera we tunebe, min heye û cihên xirab ji we re hilweşînim.”