Serokê YNK’ê: Gelê Kurd wê bêdeng nemîne

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û got; “Ya ku li Rojava diqewime nayê qebûlkirin û divê raweste. Gelê Kurd wê bêdeng nemîne.”

Serokê YNK’ê: Gelê Kurd wê bêdeng nemîne
20 ÇILE, 2026   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî derbarê êrişên çeteyên DAIŞ, hikumete demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê de, daxuyaniyek belav kir.

Bafil Talebanî ewil êrişên li ser gelê Kurd bi tundî şermezar kirin û got; “Kiryarên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diqewimin nayên qebulkirin û divê werin rawestandin. Gelê Kurd bêdeng namîne û wê paşguh neke.

 Talebanî di dewama daxuyaniya xwe de got ku Rojava dijî şerê DAIŞ’ê bi hezaran keç û kurên xwe ji dest dane, cîhanê parast û di berdelê wê de bedelên mezin daye. Talebanî got ku ew parastin û rêzdariyê heq dikin.

Herî dawî jî serokê YNK’ê ji bo parastina xelkê sivîl bang li Yekitiya Ewropa, Amerîka û gelê Amerîkayê kir ku bê dudilî û berpirsyarane tevbigerin.