Serokê parlamentoya Lubnanê: Îsraîl hewl dide artêşa Lubnanê bikişîne nav şer

Serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî destnîşan kir ku Îsraîl hewl dide artêşa Lubnanê li hember Hizbullahê derxe û ev yek nabe. Careke din bangên xwe yê ji bo parastina şêniyan, çareserkirina siyasî bi rêya aliyên navneteweyî dubare kir.

Serokê parlamentoya Lubnanê: Îsraîl hewl dide artêşa Lubnanê bikişîne nav şer
2 tîrmeh, 2026   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî diyar kir ku Îsraîl dixwaze artêşa Lubnanê bikişîne derketina li hemberî Hizbullahê, ev armanca sereke ya tevgera wî ye. Ew fitneyê û parçebûna hundirîn red dikin.

Nebîh Birî ji rojnameya El Diyar re destnîşan kir ku hevpeymana ku di navbera Lubnan û Îsraîl li Washingtonê hatiye îmzekirin “hevpeyman fitneyê ye” û ji bo Lubnanê ne baş e. Birî careke din diyalogên rasterast ên bi Îsraîlê re red kir û da zanîn ku tişta sereke ku divê bibe parastina bi awayekî aştiyane ya şêniyan e.

Birî da zanîn ku heke îradeya hemû aliyan hebe, rêya çareserkirinê vekirî ye, helwesta wan jî ew e ku Îsraîl bi giştî vekişe û dosyaya çekê di çarçoveya dewleta Lubnanê de çareser bibe.

Birî daxwaz ji aliyên navneteweyî kir ku bi beşdariya Amerîka, Erebistana Siûdî û Îranê çareserî bê danîn, ew însiyatîfên ji bo piştgiriya îstiqrara Lubnanê û rêgirtina ber parçebûna wê pêşwazî dikin.

Wezîrê aboriyê yê Lubnanê Umer El Besat diyar kiribû ku dê lêçûna şerê dawî yê Lubnanê 8 milyar dolar bike, bandorên wê li berhemdayînê, binesazî û bihabûnê kiriye.

(sb)