Gera şandeya jinan a li Başûr bi dawî bû

Şandeya Jinan a Rojavayê Kurdistanê di gera xwe ya çend rojan de li Başûrê Kurdistanê, serdana gelek saziyan kir. Şandeyê îro gera xwe bi dawî kir.

Gera şandeya jinan a li Başûr bi dawî bû
Gera şandeya jinan a li Başûr bi dawî bû
Gera şandeya jinan a li Başûr bi dawî bû
Gera şandeya jinan a li Başûr bi dawî bû
Gera şandeya jinan a li Başûr bi dawî bû
Gera şandeya jinan a li Başûr bi dawî bû
Gera şandeya jinan a li Başûr bi dawî bû
Gera şandeya jinan a li Başûr bi dawî bû
2 tîrmeh, 2026   12:27
NAVEND NÛÇEYAN

Gera Şandeya Jinan a Rojavayê Kurdistanê ku 28’ê Hezîranê ji bo xurtkirina têkiliyan gihaştibû Başûrê Kurdistanê didome.

Di 30’ê Hezîranê û 1’ê Tîrmehê de şande beşdarî komxebateke têkildarî pêşxistina mafên mirovan bû. Di komxebatê de rewşa jiyanî ya li Rojavayê Kurdistanê hate vegotin û ji bo xurtkirina têkiliyan nîqaş çêbûn. Di komxebatê de hejmareke rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskar amade bûn, her wiha endamên dezgehên girêdayî hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê de di komxebatê de cih girtibû.

Şandeyê serdana Gerînendetiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Malbatê (DCVAW) a girêdayî Wezareta Karên Hundir a Başûrê Kurdistanê kir. Di serdanê de hevdîtin bi gerînendetiya giştî ya Gerînendetiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Malbatê Fînîk Şefîq Mihemed Emîn û Mîrala Sêvîn Tahir re pêk anî.

Her wiha şande serdana hejmareke jinên ku rastî tundiyê hatine û yên ku ji şer hatine rizgarkirin kir.

Şandeya ku ji seroka Desteya Jin a Cizîrê Rohat Xelîl û hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediya Mihemed Ebdulah pêk tê, 28`ê Hezîranê gihaştibû Başûrê Kurdistanê, rojek piştre (29 Hezîran) hevdîtin bi Wezareta Kar û Barên Civakî ya Başûr û Meclisa Bilind a Jinan û Pêşveçûnê li Başûrê Kurdistanê kir.

Îro gera şandeyê li Başûrê Kurdistanê bi dawî bû.

(sb)

ANHA