Serokê Lubnanê: Di siyaseta derve ya hemdem a Lubnanê de asayîkirina têkiliyan ne pêkan e

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê diyar kiribû ku Îsraîl girîngî daye asayîkirina têkiliyên bi Sûriye û Lubnanê re. Li hemberî wê serokê Lubnanê got ku di siyaseta derve ya hemdem a Lubnanê de asayîkirina têkiliyan bi Îsraîlê re ne pêkan e.

Serokê Lubnanê: Di siyaseta derve ya hemdem a Lubnanê de asayîkirina têkiliyan ne pêkan e
11 tîrmeh, 2025   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lubnanê Josêf Ewn li pêşiya şandeya Meclisa Têkiliyên Erebî û Navneteweyî got ku ji bo Lubnanê di vê demê de rewşa bêşer pêwist e û got: "Lê têkildarî mijara asayîkirina têkiliyan bi Îsraîlê re, ew ne di nav siyaseta derve ya hemdem a Lubnanê de ye."

Ev helwest, wekî berteka fermî ya yekemîn e li hemberî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Îsraîlê.

Girêdayî têkiliyên bi Sûriyeyê re, Ewn girîngî bi hevkariya li dijî komployan da.

(mh)