Maduro ji bo dadgeha Manhattan hat veguhastin

Serokê Venezuelayê bi balafirê ji bo navenda Dadgeha Federal a Manhattenê hat veguhastin da ku ew bi tohmeta bazirganiya hişbirê were darizandin.

Maduro ji bo dadgeha Manhattan hat veguhastin
5 ÇILE, 2026   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Nicolas Maduro (63) bi balafirê ji bo Navenda Dadgeha Federal a Manhattenê ya li New Yorkê hat veguhastin, da ku bi tohmetên bazirganiya hişbirê were darizandin.

Li dijî Maduro tohmetên ku piştgirî dida komên qaçaxçîtiya hişbirê hatin kirin. Dozger dibêjin ku wî rêyên qaçaxçîtiya kokainê bi rê ve dibir, artêş ji bo parastina kamyonan bi kar dianî, komên tundûtûj ên bazirganiyê dihewandin û tesîsên serokatiyê ji bo veguhastina hişbirê bi kar dianî.

Li kêleka Maduro hevjîna wî Cilia Flores bi dayîna fermanên revandin û kuştinê hat tohmetbarkirin. Maduro diyar kir ku wî binpêkirin nekirine.

Girêdayî wê, serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku Amerîka dê Venezuelayê bi rê ve bibe.

(mh/fr)