Serokê hikumeta Lubnanê: Dem dema avakirina dewletek bihêz e

Serokê hikumeta Lubnanê Newaf Selam destpêkirina qonaxeke nû ji bo avakirina dewleteke xurt ku çek tenê di destê wê de be û cihê xwe ya li hundir û derve vegerîne, ragihand. Her wiha diyar kir ku ew ê di demeke nêzîk de serdana Sûriyeyê bike.

Serokê hikumeta Lubnanê: Dem dema avakirina dewletek bihêz e
13 nîsan, 2025   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta Lubnanê Newaf Selam bi boneya salvegera 50’î ya destpêkirina şerê navxweyî yê Lubnanê li qada şehîdan diyar kir ku dema hatiye ku dewleteke bihêz ku tenê çek di destê wê de be, were avakirin. Selam diyar kir ku divê dewlet baweriya welatiyên xwe vegerîne û bi rêya artêşa xwe ya niştîmanî saziyên xwe vegerîne û parastina wan bike.

Selam destnîşan kir ku hikumeta Lubnanê di vegerandina nuqteyên sînor li başûrê de ku hîna artêşa Îsraîlê li wir e xebatên dîplomasiyê dike û divê ders ji êşên şer werin girtin ku dewletek li ser bingehên xurt were avakirin.

Selam ragihand ku ew ê sibe (duşemê) serdana Şamê bike û bi serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri re hevdîtinê bike û got, ew hêvîdar e ku mizgîniyên baş li ser windayiyên li Sûriyeyê bîne û wê sibe der barê hûrgiliyên vê dosyayê de welatiyan agahdar bike.

Tevî Selam şandeyeke fermî ji wezîrên derve, hundir û parastinê serdana Şamê dikin û wê bi serokê desthilata Şamê re dan û standinên fermî pêk bînin.

Selam got ku ew ê bi El Şeri re gelek dosyayên din wekî pêvajoya diyarkirina sînor, têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê, kontrolkirina deriyên sînorî, vegerandina penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê û mijarên aborî nîqaş bike.

(mh/fr)