Xelkê Siwêdayê siyasetên desthilata Şamê red kirin

Şêniyên bajarê Siwêdayê, ji bo redkirina siyasetên desthilata Şamê, çalakiyeke protestoyî organîze kir û banga avakirina dewleteke demokratîk li ser bingehên wekhevî û pirrengiyê ku tevahî Sûriyeyî beşdar bibin, kir.

Xelkê Siwêdayê siyasetên desthilata Şamê red kirin
Xelkê Siwêdayê siyasetên desthilata Şamê red kirin
Xelkê Siwêdayê siyasetên desthilata Şamê red kirin
Xelkê Siwêdayê siyasetên desthilata Şamê red kirin
Xelkê Siwêdayê siyasetên desthilata Şamê red kirin
Xelkê Siwêdayê siyasetên desthilata Şamê red kirin
Xelkê Siwêdayê siyasetên desthilata Şamê red kirin
Xelkê Siwêdayê siyasetên desthilata Şamê red kirin
13 nîsan, 2025   16:35
SIWÊDA

Di çarçoveya rêzeçalakiyên li dijî siyasetên desthilata Şamê ku li qada Keramê ya Siwêdayê tên lidarxistin de, şêniyên bajêr çalakiyeke protestiyê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên "Colanî nûnertiya me nake", "Ji Derayê heta bi Peravê kujer yek e", "Na ji dagirkeriya Tirk re" û"Mahirek çû mahirek din hat" hatin hildan.

Şêniyan "Danezana destûrî" û erkdarbûna Colanî weke "hakim" rexne kir û diyar kir ku mayîna li ser desthilata heta 5 salan armanca xwe ew e ku rawebûnekê bide desthilata xwe ya bi zorê ferz kiriye bêyî ku li vîna ger vegere.

Parêzerên beşdarî çalakiyê bûne got "Colanî ne siyasî ne jî fikrî nûnertiya gel nake, ew tenê nûnertiya fikreke radîkal û terorîst dike ku xizmetî berjewendiyên teng dike. Ew hewl dide welat vegerîne serdemên fikra tarî."

Parêzeran diyar kir ku ragihandina qaşo "Kongreya diyaloga niştîmanî", piştre erkdarkirina wezîran û nûnerên ku temsîla vîna gel nakin, berdewamkirina avakirina desthilateke li ser bingeha derewîn e."

Çalakvan Şehîra Tirodî got: "Em destpêkê ji bo hilweşîna rejîma Esed û avakirina dewleteke qanûnî ku rêzê ji hemûyan re bigire derketin. Lê Colanê em vegerandin zemanê Bin Umeye. Em bi îsrar in ku xwîna Sûriyeyiyan yek e, nasnameya Sûriyayiyan giştî ye û di rengekî yan jî fikrekî de nayê çarçovekirin."

Beşdara bi navê Basîme El Eqebanî jî got: "Niştîmanbûyîna ku hiştiye Sûriyeyî bi şoreşê rabin ji bo rûmet û azadiyê bû, ne ji bo guherîna rejîmeke destpot bi rejîmeke din e. Hikumeta veguhêz a heyî tenê nûnertiya rengekî ji pêkhateyên civakê dike. Em dibînin heqaret li kêmneteweyan tê kirin."

Basîme banga avakirina dewleteke demokratîk a rasteqîn kir ku li ser bingehînên wekheviyê were avakirin û tevahî Sûriyeyiyan bêyî cûdahî hembêz bike.

Beşdaran bal kişand ser komkujiyên li perava Sûriyeyê û got ku olperestî û mezhebperestî hişt komkujiyên wiha pêk bên.

Beşdaran diyar kir ku 12 wezaretên ku desthilata Şamê ava kirine alavên hegemonî û kontrolkirina herêmên rizgarkirî ye bêyî ku xwestekên welatiyan û hêviyên wan ên edalet û azadiyê di ber çavan re bigirin, e.

(mh/fr)

ANHA