Serokê DYAˊyê: Eger Îran rehet nesekine, em ê dîsa bombebaran bikin

Serokê DYA’yê Donald Trump du roj berî îmzekirina lihevkirina di navbera Washington û Tehranê de li Cinêvê got ku eger Îran “rehet nesekine”, ew ê dîsa "bombebaran bike".

Serokê DYAˊyê: Eger Îran rehet nesekine, em ê dîsa bombebaran bikin
17 hezîran, 2026   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Trump piştî hevdîtina bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah El Sîsî re ya di çerçoveya lûtkeya G7’an a li Evianê daxuyaniyek nû da.

Serokê DYA’yê li ser lihevkirina bi Îranê re got, "Ev ne metneke dawî ye. Ev protokala lihevkirinê ye," û gefa “Ger ez vê metnê neecibînim, eger ew rehet nesekinin em ê dîsa dest bi bombebaranê bikin.”

DYA û Îran ji bo dawî li pevçûnên li Rojhilata Navîn ku ji dawiya Sibatê ve bi taybetî li Îran û Lubnanê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane, bînin vê hefteyê li hev kiribûn. Peyman wê roja înê li Swîsreyê bi fermî were îmzekirin.

Di vê navberê de, li gorî nûçeya Bloomberg ku belgeyek tevahiya peymana di navbera Îran û DYA de aşkera dike, peymana di navbera Tehran û Washingtonê de wê "bandorên aborî yên erênî" ji bo Îranê derxe holê.

Bloomberg wiha berdewam kir: "Hema ku memorandum were îmzekirin, Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê wê ji bo sînorkirinên li ser îxracata petrola xam û petrokimyayî ya Îranê îstîsnayan nas bike.” Di gotarê de wiha hat gotin: “DYA wê dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê jî rake û her du welat ji bo trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê  di nav 30 rojan de vegere beriya şer wê di nava hewldanan de bin.”