Parêzgarê Hesekê bi Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Sûriyeyê re civiya

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed, bi amadebûna berpirsên komîteya entegrasyonê bi şandeyek ji Yekitiya Giştî ya Sendîkayên Karkeran a Sûriyeyê re hevdîtinek kir.

Parêzgarê Hesekê bi Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Sûriyeyê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Sûriyeyê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Sûriyeyê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Sûriyeyê re civiya
17 hezîran, 2026   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêvajoya berdewam a entegrasyona saziyan de, Parêzgarê Hesekê Endezyar Nûredîn Ehmed bi amadebûna berpirsên komîteya entegrasyonê Dr. Jiyan Hesen û Mamoste Hesen Şero, bi şandeyek ji Yekitiya Giştî ya Sendîkayên Karkeran a Sûriyeyê re hevdîtinek organîze kir.

Di hevdîtinê de, prosedur û gavên têkildarî entegrasyonê di navbera Yekitiya Giştî ya Sendîkayên Karkeran a Sûriyeyê û Yekitiya Sendîkayên Karkeran Rêveberiya Xweser de, mekanîzmayên hevrêziyê di navbera her du aliyan de ji bo misogerkirina yekbûna karê sendîkayan û xurtkirina rola wê di xizmetkirina karkeran û parastina mafên wan de, hatin nîqaşkirin.

Beşdaran girîngî da temamkirina pêvajoya entegrasyonê li gorî prensîbên rêxistinî û îdarî yên ku berdewama karê saziyên sendîkayan garantî dikin û rola wan di temsîlkirina beşa karkeran û başkirina şert û mercên wan ên pîşeyî û jiyanê de zêde dikin.

Amedebûyan her wiha girîngî da pêwîstiya berdewama hevrêzî û hevkariyê di navbera aliyên peywendîdar de, ji ber ku di serkeftina pêvajoya entegrasyonê û gihîştina armancên tên xwestin de dibe alîkar û dikeve xizmetî daxwazên karkedarên di tevahî beşan de.

(fr)