Serokê Amerîkayê: Em ê hefteya bê bi tundî li Îranê bidin

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku hefteya bê wê bi tundî li rejîma Îranê bidin û got, “Dibe Rûsya hinek alîkariya Îranê jî bike.”

Serokê Amerîkayê: Em ê hefteya bê bi tundî li Îranê bidin
13 adar, 2026   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump têkildarî şerê bi Îranê re ji rojnamevanan re axivî.

Trump ragihand ku hefteya bê wê bi tundî li Îranê bidin û hêvî kir ku hemû tişt bi başî bi rê ve biçin û dibe Îran xwe radest bike.

Trump diyar kir ku dibe ku Rûsya jî alîkariya Îranê bike.

Li aliyê din Wezîrê Şer ê Amerîkayê îro ragihandibû ku wê şerê wan ê bi Îranê re bidome.