Serfermandariyê Amerîkayê: Ewlekirina Tengava Hurmuzê pirsgirêkek aloz e

Serfermandariyê artêşa Amerîkayê ewlekirina Tengava Hurmuzê wekî pirsgirêkek "taktîkî-aloz" bi nav kir û diyar kir ku ligel şerê li Rojhilata Navîn şopandina keştiyan bi awayekî ewlehî zehmet e.

Serfermandariyê Amerîkayê: Ewlekirina Tengava Hurmuzê pirsgirêkek aloz e
13 adar, 2026   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandariyê artêşa Amerîkayê General Dan Kaine îro diyar kir ku Tengava Hurmuz rêyeke avê ya "taktîkî-aloz" e li gel şerê li Rojhilata Navîn şopandina keştiyan bi ewlehî di nav wê de zehmet e.

Kaine di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku Tengav "hawîrdorek taktîkî-aloz e. Ez difikirim ku berî ku em tiştek di pîvanek mezin de di nav wê re derbas bikin, em dixwazin piştrast bin ku em li gorî armancên xwe yên leşkerî yên heyî tev bigerin."

(fr)