Fuad Husên: Kişandina Iraqê li nava şerê herêmî pir xeternak e

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand ku kişandina Iraqê li nava şerê herêmî pir xeternak e û dê ji bo welatên din ên herêmê sînorê şer berfireh bike.

Fuad Husên: Kişandina Iraqê li nava şerê herêmî pir xeternak e
13 adar, 2026   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad îro bi Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani re bi telefonê axivî.

Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Iraqê ve hatiye dayîn, her du aliyan li ser pêşketinên dawî yên herêmî, bandora wan li ser ewlehî û aramiya herêmê axivîne.

Hat gotin ku, Fûad Husên hewldanên hedefgirtina leşkerên Îtalyayê yên ku li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bicîh bûne şermezar kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di axaftina xwe ya li gel hempîşeyê xwe yê Îtalî de got ku astengkirina hinardekirina petrolê bi rêya Tengava Hurmuzê dikare bibe sedema krîzeke mezin a enerjiyê ku nekarîna hinardekirina petrola Iraqê jî dikare bibe sedema çend krîzên aborî.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî piştgiriya welatê xwe ji bo Iraqê di rûbirûbûna êrişên ku ewlehî û aramiya wê dikin hedef de piştrast kir.