Serokatiya Filistînê hişyariya `teqandina rewşê` li Dife Xerbiye da

Serokatiya Filistînê hişyarî da ku Îsraîlê êrişên xwe li dijî Dife Xerbiye zêde kirine. Serokatiyê destnîşan kir ku armanca êrişên dawîn ên Îsraîlê ew e ku filistînî koçber bibin. Serokatiyê ji civaka navneteweyî û rêveberiya Amerîkayê daxwaz kir ku destwerdanê bikin û van “sûcan” rawestînin, gelê Filistînê û axa wî biparêzin.

Serokatiya Filistînê hişyariya `teqandina rewşê` li Dife Xerbiye da
26 tebax, 2025   21:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Filistînê hişyarî da ku armanca êriş û operasyonên Îsraîlê li Dife Xerbiye, filistîniyan koçber bike. Serokatiyê bang li Rêveberiya Amerîkayê kir ku bi lezgînî destwerdanê bike da ku “sûcên” Îsraîlê rawestîne.

Daxuyaniya serokatiyê piştî êrişa artêşa Îsraîlê ya li ser bajarên Ramellah û Xelîlê hate weşandin ku di encamê de bi dehan filistînî birîndar bûn, gelek filistîniyên din hatin girtin û milkê wan wêran bûn. Di daxuyaniyê de serokatiyê destnîşan kir ku gelê Filistînî wê koçber nebe û dev ji ax û cihên xwe yên pîroz bernede, hikûmeta Îsraîlê berpirsê êrişan e.

Serokatiyê bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û “êrişên sûcdar” rawestînin, her wiha hişyarî da ku berdewama van êrişan wê bibe sedema “teqandina rewşê” li Quds û Dife Xerbiye.

(ac/şx)

ANHA