Serhildana Wanê ya dijî zextan mezin dibe  

Li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê, piştî ku desthilatdariya AKP-MHP’ê xwest şaredariya ji aliyê DEM Partî ve hatiye qezençkirin desteser bike, gel rabû serhiladanê. Xwepêşandana gel îro jî didome. 

Serhildana Wanê ya dijî zextan mezin dibe  
3 nîsan 2024   12:18
WAN 

Di hilbijartinên şaredariyan ên 31’ê Adara 2024’an ku li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk hatibûn de, DEM Partiyê serkeftineke mezin bidest xistibû. Li bajarê Wanê jî DEM Partî tevahiya şaredariyan (14 şaredarî) bidest xistibûn. 

 Lê piştî hilbijartinê, mezbeteya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ê ji DEM Partiyê nehat dayîn. Li şûna wî mezbeta dan namzetê AKP’ê. Li ser vê yekê duh bi hezaran kes daketibûn kolanan û dijî zordariyê serî hilda.

 Çalakiyên gelê Wanê îro jî berdewam dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), li tevahiya bajar dikan nehatin vekirin. Gel ji 7 cihên cuda yên bajar dest bi meşê kir û dirûşmeyên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” berz dikin. 

 Li hinek cihan hêzên dewletê bi bombeyên gazê êrîşî xwepêşandanan dikin, lê welatî jî bendan ava dikin û bersiva wan dikin.  

 Herîkina gel a nava bajar û serhildan berdewam dike.