Ji bo nirxandina encamên fikrê Rêber Abdullah Ocalan sempozyûmeke akademîk

Komeke rewşenbîr, lêkoler û akademîsyen li Rojhilata Navîn ji bo nîqaşkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan û rewşa wî, girîngiya rola wî di xilaskirina gelê Kurd û gelê herêmê de sempozyûmeke akademîk 4`ê Nîsanê li dar dixe.

Ji bo nirxandina encamên fikrê Rêber Abdullah Ocalan sempozyûmeke akademîk
3 nîsan 2024   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Professor Dr.Mihemed Rifet El Îmam, hevserokê Zanîngeha Rojava û endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Ocalan Şervan Muslim, koordînatorê Însiyatîfa Erebî nivîskar Îlham Milîcî, gelek akademîsyenên ereb û kurd tev li sempozyûmê dibin ku Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Erebî di çarçoveya pêvajoya duyemîn a pêngava "ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de 4`ê Nîsanê li ser zoomê li dar dixe. Her wiha dê yek ji parêzerên desteya parastinê ya Rêber Abdullah Ocalan tev li wê bibe.

Di sempozyûmê de, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, encamên wî fikrî, her 5 pirtûkên wî yên ku di girtîgeha Îmraliyê de nivisîne, dê werin gotubêjkirin.

Nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Îlham Milîcî ku di heman demê de koordînatorê Însiyatîfa Erebî ye, dê sempozyûmê bi rêve bibe.

Mijarên sempozyûmê ev in:

Pêşgotin; Îlham Milîcî

Ocalan ronakbîr û fîlozof Ocalan û berhemên wî yên fikrî ji aliyê Dr. Taha Elî yê ji Misirê ve dê were birêvebirin.

Rewşa Rêber Abdullah Ocalan, sûcên derqanûnî yên li dijî mafên wî tên kirin, dê ji aliyê parêzer û endamê desteya parastinê ya Rêber Abdullah Ocalan ê ji Bakurê Kurdistanê Mazlom Dînç ve were birêvebirin.

Felsefeya jina azad an jî jin, jiyan, azadî ya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê Dr.Sehe Ehmed a ji Misirê ve were birêvebirin.

Girîngiya fikrê Rêber Abdullah Ocalan û rola wî di xilaskirina gelê Kurd û gelê herêmê de, ji aliyê Dr.Sîvan Seîd ve yê ji Rojhilatê Kurdistanê û li Çînê were birêvebirin.

Pêkvejiyan, pirrengî û biratiya gelan a ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê dike, girîngiya fikrên wî ji bo gelên herêmê dê ji aliyê Dr.Ebdulkermîn El Însî ve yê ji Yemenê were birêvebirin.

Pêkvejiyan û têgeha neteweya demokratîk dê ji aliyê Dr.Elî Sabit ve yê ji Misirê bê birêvebirin.

Azadiya kesayetî û civakî, dê ji aliyê endamê Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan Dr.Hekîm Ebdulkerîm ve yê ji Başûrê Kurdistanê were biêrvebirin.

Çînên dewletên û rexneyên Rêber Abdullah Ocalan ên li têgeha netewdewletê dê ji aliyê Dr.Ehmed Anbyoh ve yê ji Misirê were birêvebirin.

Aliyên wekhev ên têkoşîna Ocalan û Nelson dê ji aliyê profesor û Dr.Mihemed Rifet El Îmam ve yê ji Misirê ve were birêvebirin.

Rêveberiya Xweser li ser bingeha neteweya demokratîk dê ji aliyê Şervan Muslim ve were birêvebirin.

Kiryarên derqanûnî û tecrîda Mutlaq a li dijî Rêber Ocalan dê ji aliyê parêzer û Dr.Ehmed Receb ve yê ji Misirê were birêvebirin.

Her wiha Şemse Necar a ji pêkhateya êzidî ya li Iraqê tev li nirxandinan dibe.

Dûre pirs, bersiv û sempozyûm bi dawî dibe.

Sempozyûm dê li ser bernameya zoomê roja pêncşemê (4`ê Nîsanê) saet di 21:00`an de li gorî dema Sûriyeyê bê lidarxistin.

(şx)