DEM Partî serî li lijneya hilbijartinê da 

Piştî namzetiya Abdullah Zeydan ê ku ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû hilbijartin hat betalkirin, DEM Partî serî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da û îtiraz kir. 

DEM Partî serî li lijneya hilbijartinê da 
3 nîsan 2024   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31’ê Adarê (2024) de li ser navê DEM Partî wekî namzetê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bibû namzet û bi ferqeke mezin ser ketibû. Lê li ser itiraza AKP’ê Lijneya Hilbijartinê ya Wanê namzetiya Zeydan betal kiribû û serokatiya şaredariyê dabû AKP’ê. 

 Li hemberî vê desteserkirina mafê hatiye bidestxistin, DEM Partî serî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da û xwest ku biryar were betalkirin.