‘Serhildana Qamişloyê şoreşeke li dijî hewldanên derxistina fitneyê bû’

Şêniyên bajarên Tirbespiyê û Çilaxa diyar kir ku serhildana Qamişloyê ya 2004’an bû çirûska şoreşê li dijî wan kesên ku hewl dida şer di navbera gelên herêmê de derxin, her wiha got hişyarî û têgihîştina gel li hember hewldanên afirandina nakokiyan dê komployan pûç bike.

‘Serhildana Qamişloyê şoreşeke li dijî hewldanên derxistina fitneyê bû’
12 adar, 2026   07:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO – BESNA ŞEMO

Serhildana Qamişloyê ya 12'ê Adara 2004'an bû çirûskek ku giyanê têkoşînê di nava gelê Kurd de pêxist û ew xaleke girîng e di dîroka têkoşîna gelê Kurd a li Sûriyeyê ya li dijî siyasetên rejîma Baas de ku hewl dida di navbera gelên herêmê de nakokiyan derxe.

Şêniyên bajarokên Tirbespiyê û Çilaxa destnîşan kir ku serhildana Qamişloyê sembola şoreşê ye ku maska li ser rûyê rejîma Baas anî xwarê û karî hemû hewldanên ji bo derxistina nakokiyan rawestîne.

Xelîl Şendî yê ji gundê Nesran ê Tirbespiyê, di maça futbolê ya di navbera tîma El Cîhad a Qamişloyê û El Fitiwa ya Dêrazorê de ya wê demê amade bûye, bûyer bi bîr anî û wiha got: "Rejîma Baasê hewl da di navbera gelên herêmê de nakokiyan derxe, me dît ku çawa rê da alîgirên Dêrazorê ku bi çekan bikevin stadyumê."

Şendî destnîşan kir ku gelê Kurd di wê serhildanê de gelek şehîd dan, lê ji tevahiya cîhanê re îspat kir ku dozeke wan a rewa li dijî rejîmeke faşîst heye û di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de tu cudahî tune ye û kes nikare wan ji hev veqetîne.

Şîlan Hecî a ji Tirbespiyê destnîşan kir ku serhildana Qamişloyê yek ji qonaxên herî girîng ên têkoşîna gelê Kurd a li Sûriyeyê ye û destpêka çirûska şoreşê ye. Şîlanê anî ziman ku tevî zehmetiya wê qonaxê jî, gelê Kurd ji bo ku li hember neheqiyê û pêşî li hewldanên gurkirina pevçûnan bigire, bedel dan.

Hesen Faris ê ji Çilaxayê got: "Rejîma Baasê di tevahiya desthilatdariya xwe de, dixwest bi rêya hin kesayetên xwe yên neteweperest li herêmê bi têlên mezhebî û neteweperestiyê bilîze. Tiştê ku di 12'ê Adara 2004'an de li Qamişloyê li dijî Kurdan qewimî, yek ji wan hewldanan bû ku bi rêya wê dixwest şer di navbera gelên herêmê, bi taybetî gelên Kurd û Ereb de derxe, bi bikaranîna navê eşîrên Ereb da ku yekitiya gelan û jiyana wan têk bibe."

Faris wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tevî hilweşîna hikumeta Baasê, rêbaz û polîtîkayên wê yên keyfî hîn jî di meriyetê de ne. Tiştê ku îro di warê hewldanên gurkirina pevçûnan di navbera gelên herêmê de diqewime, ji bilî berdewamiya polîtîkayên Baasê yên ku di seranserê desthilatdariya wê de bi vê têlê lîstin, tiştekî din nîn e."

Mihemed Emîn Yûsif ê ji Çilaxayê bûyerên ku di Serhildana 12'ê Adarê de kir ku ew serhildana gelê Kurd li dijî polîtîkayên gurkirina şer di navbera gelên herêmê de ji aliyê rejîma Baas a hilweşiyayî ve û got: "Pêkhateyên herêmê îro bi heman zîhniyet û bîrdoziyê re rû bi rû ne ku hewl didin nakokiyan di navbera gelên herêmê de belav bikin.”

Yûsif wiha di axaftina xwe domand: "Li Sûriyeyê tenê kesayet hatine guhertin, lê zîhniyeta Baasê ku li ser bingeha serhildan, handan û dûrxistinê hatibû avakirin, hîn jî berdewam dike.”

Yûsif destnîşan kir ku êrişên dawîn ên li dijî projeya neteweya demokratîk, armanca sereke ew bû ku şer di navbera gelên Kurd û Ereb de derxin û ev hewldan heta niha bi rêya komên neteweperest ên baasî yên ku xwedî ramanên tundraw in, dewam dikin.

Di dawiyê de, Yûsif bang li hemû gelên herêmê kir ku ji bo rûbirûbûna polîtîkayên ku armanc dikin alozî û pevçûnên navxweyî gur bikin, bibin yek û hevkariyê bikin.

(ac)

ANHA