Dayika dîlgirtiyekî: Ez dixwazim kurê min serbest were berdan

Cîhan Silêman Mihemed dixwaze ku kurê wê Alan ê ku di şer de dîl hatiye girtin, serbest were berdan.

Dayika dîlgirtiyekî: Ez dixwazim kurê min serbest were berdan
12 adar, 2026   06:25
QAMIŞLO

6`ê Çileyê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. 16`ê Çileyê jî lihevkirin di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de çêbû. Roja 17`ê Çileyê komên hikumeta demkî lihevkirin binpê kir. Di heman rojê de êrişî tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. 

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ragihand ku di şerê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hezar û 70 sivîl û şervan dîl ketine destê komên hikumetê.

Cîhan Silêman Mihemed dayîka Alan Abdulhadî, xwest ku kurê wê yê li Dêr Hafir dîl hatiye girtin, serbest were berdan.

Cîhan Mihemed got kurê wê Alan ne şervanê QSD’ê bû û wiha got: “Kurê min ji bo parastina gelên herêmê berê xwe da eniyên şer. Ew ne şervanê QSD`ê bû. Her ku êriş li ser herêmê çêdibûn wî dildarî berê xwe dida eniyê û tevlî şer dibû. 43 rojan tev li berxwedana Bendava Tişrînê bû. Alan piştî wê tev li dewreyeke perwerdeyê bû. Çawa perwerdeya wî bi dawî bû, êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin. Kurê min Alan bi koman re derbasî Dêr Hafir bû.”

Cîhan Mihemed got ew heyanî 17`ê Çile bi Alan re diaxivîn û got: "Alan piştî êriş destpêkirin 15`ê Çileyê ji malê çû Dêr Hafir. Heyanî roja 17`ê Çileyê em pêre daxivîn û piştre têkiliya me bi Alan re qut bû. Em tiştekî li ser wî nizanin, hinek aliyan got ew li Helebê girtî ye."

Dayika Alan diyar kir ku dayikên hemû şervanên di şer de dîl hatine girtin û şehîd bûne, li benda agahiyên ji zarokên xwe ne.

Cîhan Silêman Mihemed got ew jî mîna hemû malbatên dîlgirtiyan dixwaze cih û çarenûsa kurê xwe bizane û kurê wê serbest were berdan.

ANHA