Çûyîna koma duyemîn a koçberan taloq bû

Li gorî agahiyên me ji Meclîsa Koçberan a Efrîn-Şehbayê girtî, çûyîna koma duyemîn a koçberên Efrînê ku dê 12’ê Adarê (2026) pêk bihata taloq bû.

Çûyîna koma duyemîn a koçberan taloq bû
11 adar, 2026   21:25
QAMIŞLO

Meclîsê di 10’ê Adarê de ji agahî da me ku dê koma duyemîn a koçberên Efrînê dê di 12’ê Adarê de vegerin Efrînê. Dê 200 malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrînê vegeriyana. Lê îro çûyîna koçberan hat taloqkirin. 

Li ser sedemên taloqkirina çûyînê agahî nehat girtin.

Koma yekemîn a koçberan di 9’ê Adarê de ji Hesekê bi rê ket û 10’ê Adarê gihişt Efrînê. Di koma yekemîn de 400 malbatên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê bi ewle gihiştin warê xwe.

(bî)

ANHA