Serfermandarê giştî yê koma Hûsiyan hat kuştin

Hûsiyan ragihand ku serfermandarê giştî yê koma Hûsî Mihemed Ebdulkerîm el Xemarî hat kuştin û berpirsiyariya kuştinê hilgirt ser Îsraîlê. Lê wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gotibû, "El Xemarî di êrişa Hezîrana 2025ˊan a li dijî civîna leşkerî ya li Senaayê de hatibû kuştin."

Serfermandarê giştî yê koma Hûsiyan hat kuştin
16 cotmeh, 2025   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Hûsiyan îro di daxuyaniyekê de kuştina serfermandarê giştî yê koma xwe Mihemed Ebdulkerîm El Xemarî ragihand û berpirsiyarî hilgirt ser Îsraîlê.

Hûsiyan diyar kir ku aloziya bi Îsraîlê re hîn bi dawî nebûye û gefa bersivdayînê li dijî "sûcan" xwar.

Di daxuyaniyê de dema kuştina El Xemarî nehat diyarkirin.

Girêdayî wê, wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Kat got ku "El Xemarî di Hezîrana borî de di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî meclisa leşkerî ya bilind a Hûsiyan li Senaayê de, bi giranî birîndar bû û hat kuştin.

(mh/fr)