Netanyahu: Hîna şerê li Xeza û herêmê bi dawî nebûye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku hîna şerê li Xeza û herêmê bi dawî nebûye û ji bo pêkanîna armancên wê ji vî şerî dê Îsraîl her tiştê pêwist bike.

Netanyahu: Hîna şerê li Xeza û herêmê bi dawî nebûye
16 cotmeh, 2025   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku şerê li Xeza û herêmê bi dawî nebûye.

Netanyahu diyar kir ku Îsraîl dê ji bo pêkanîna armancên xwe ji vî şerî her tiştê pêwist bike û got, dijminên Îsraîlê zanîn ku kî li dijî Îsraîlê derkeve wê berdêlekî giran bide.

Piştî ragihandina Tevgera Hemasê ku wê tevahî cenazeyên rehîneyên karîn xwe bigihîninê vegerandin, Netanyahu got, "Ew biryardar in ku hemû rehîneyan vegerînin."

Hemasê berê gotibû ku pêdiviya wê bi alavên taybet heye ku cenazeyên rehîneyên Îsraîlê yên li Xezayê derxe.

(fr)