Li beramber berdana ciwanê hatiye revandin 10 hezar dolar hat xwestin

Duh endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ciwanê bi navê Ebdo Merwan Şêxo revandibû. Li beramber berdana wî 10 hezar dolar ji malbata wî hat xwestin.

Li beramber berdana ciwanê hatiye revandin 10 hezar dolar hat xwestin
16 cotmeh, 2025   17:24
HELEB

Di çarçoveya ambargo û astengiyên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û dijî welatiyan de, çavkaniyên xwecihî da zanîn ku duh endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ciwanê bi navê Ebdo Merwan Şêxo yê ji taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê revandibû.

Duh (15 Cotmeh 2025), li ser rêbenda kontrolê ya li pêşiya dibistana Kelîme ya di navbera taxên Eşrefiyê û Suryan de, Şêxo hatibû revandin.

Li gorî agahiyan, revandiyan bi telefonê bi malbata Şêxo re axiviye û li hember berdana wî 10 hezar dolar xwestiye.

Hêjayî bibîrixstinê ye ku li gorî madeya 3'yan a peymana 1'ê Nîsanê ya di navbera nûnerên hikumeta veguhêz û Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, " Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in".

Girêdayî wê, ji 25'ê Îlona borî ve derbaskirina sotemeniyê ji bo herdu taxan ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatiye qedexekirin.

Îro jî çekdarên hêzên hikumeta veguhêz li dijî rêbenda hevbeş a çerxerêya Şîhan a taxa Eşrefiyê êriş pêk anî û di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi giranî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

(mh/fr)

ANHA