Serfermandarê artêşa Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin

 Balafira Serfermandarê Lîbyayê tê de bû li Tirkiyeyê bi balafirê vedigerîn Terablusê kete xwarê. Serfermandar jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serfermandarê artêşa Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
24 kanûn, 2025   09:48
NAVENDA NÛÇEYÊN

Hat diyarkirin ku balafira Serfermandarê Artêşa Lîbyayê Orgeneral Muhammed Alî Al-Haddad jî tê de bû, şevê din dema ji Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê ber bi Trablusê ve diçû, 19 deqe piştre kete xwarê. Balafir, kete gundê Kesîkkavak ê navçeya Haymana ya Enqereyê. Haddad jî di nav de 8 kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dan. 

 Li gorî nûçeyên medyaya Lîbyayê; kesên tevî Al-Haddad di balafirê de jiyana xwe ji dest dan ev in:

 “Fermandarê Hêzên Bejahî yê Lîbyayê General Al-Fitouri Gharibil

 Serokê Saziya Hilberîna Leşkerî Tuggeneral Mahmoud Al-Qatawi

 Şêwirmendê Serfermandarê Artêşê Muhammad Al-Asawi Diab

 Wênekêşê leşkerî Muhammad Omar Ahmed Mahjoub.”

 Di heman demê de hate gotin ku 3 murettebatên di balafirê de jî jiyana xwe ji dest dane.