Sererastkirina komîn û meclîsan derbasî qonaxa duyemîn dibe

Di çarçoveya biryara ji nû ve sererastkirina komîn û meclîsan de piştî civînên agahdarkirinê yên li bajar û bajarokan niha jî qonaxa duyemîn dest pê dike. Di vê qonaxê de wê li hemû herêman konferans werin çêkirin.

Sererastkirina komîn û meclîsan derbasî qonaxa duyemîn dibe
Sererastkirina komîn û meclîsan derbasî qonaxa duyemîn dibe
Sererastkirina komîn û meclîsan derbasî qonaxa duyemîn dibe
Sererastkirina komîn û meclîsan derbasî qonaxa duyemîn dibe
Sererastkirina komîn û meclîsan derbasî qonaxa duyemîn dibe
Sererastkirina komîn û meclîsan derbasî qonaxa duyemîn dibe
21 tîrmeh, 2025   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 28`ê Hezîranê de der barê xebatên komîn û meclisan de civînek li dar xistibû. Di biryarnameyê de hatiye gotin ku divê xebatên komîn û meclisan ji nû ve werin nirxandin û ji bo sîstema civakî baş pêk were xebateke berfirehtir bê meşandin. 

Li gorî biryarnameyê, rojên pêncşeman ji bo paqijiyê û rojên şemiyan jî ji bo tevlêbûna xebatên komînan hatine destnîşankirin.

Piştî biryara meclisê li hemû kantonan dest bi xebatan hat kirin. Di vê çarçoveyê de li gelek bajar û bajarokan civînên komînan hatin lidarxistin. Derbarê ji nû ve avakirinê de agahdarî hatin kirin û plansazî hatin derxistin.

Bi armanca ku tevayî beşên civakê beşdarî jiyana komînal bibin, li gorî biryara “roja komînê (roja şemiyê)” hevserok û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî beşdarî van civîn û agahdarkirinan dibin.

Heta niha ev xebat bi “roja komînê” re sînordar ma ye û hewl tê dayîn valahî werin tespîtkirin û plansaziya wan bên derxistin. Tê plankirin ku ev xebat derbasî qonaxa duyemîn were kirin û hemû beşên civakê beşdarî bibin.

Li gorî agahiyên rêveberên komîn û meclîsan dane, di qonxa duyemîn de wê li hemû herêman konferans were lidarxistin. Di van konferansên ku tê plankirin hemû kes beşdar bibin de jî wê valahî û kêmasiyên xebatên komîn û meclîsan werin gotûbêjkirin. Piştre jî wê dest bi xebatan were kirin.

LI KANTONA CIZÎRÊ XEBATÊN KOMÎNAN

Li kantona Cizîrê ku kantona herî mezin a herêmê ye 2 hezar û 69 komîn hene. Ji bo van komîn û meclîsan jî 20 roje kar tê meşandin.  jî xebatan dest pê kiriye. Niha ji bo xurtkirina komîn û meclisan û ji bo valahiyên heyî kar tê kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê Hesen Şero diyar kir ku di komînan de kurtî û kêmasî hene, valahî hene û wiha got: “Em dixwazin komîteyên di nava komînê de aktîf bikin. Di vê çarçoveyê de heta niha li bajarên Dêrik, Amûdê, Hesekê, Girgê  legê, Qamişlo, Tirbespiyê, Şedadê, Dêrbesiyê û Til Temirê civînên girseyî ji bo rêveber û endamên komînan hatine çêkirin. Serdanên malan hatine kirin.

ANHA