NY: 128 hezar kes ji ber şer ji Siwêdayê koçber bûn

Rêxistina navneteweyî ya koçberan a NY`yê ragihand ku ji ber şer û êrişên li başûrê Sûriyê zêdetirî 128 hezar kes koçber bûye.

NY: 128 hezar kes ji ber şer ji Siwêdayê koçber bûn
20 tîrmeh, 2025   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina navneteweyî ya koçberan a NY`yê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku ji dema destpêkirina şer li Siwêdayê û heta niha 128 hezar û 571 kes koçber bûye. Li gorî daxuyaniyê 19`ê Tîrmehê tenê zêdetirî 43 hezar kes koçber bûye.

Li Swêdayê piştî agirbestê bêdengiyeke baldar heye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR) di encama şer ê ji 13`ê Tîrmehê û heta niha de hezar kes hatiye kuştin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack anîbû ziman ku Sûriyê di kêliyên zehmet re derbas dibe û banga serketina aştî û diyalogê kir.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji rayedarên Sûriyeyê xwest ku her kesê sûcdar, bigirin û wan, tevî yên di nav refên wan de, radestî edaletê bikin.

(ac-şx)

ANHA