Şerê Rûsya-Ukraynayê: 8 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa Ukraynayê ya li ser bajarê Tula yê Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin. Di êrişa Rûsyayê ya li ser bajarên Kiev û Charkiv de jî 5 kes hatin kuştin û bi kêmanî 18 kes birîndar bûn.

Şerê Rûsya-Ukraynayê: 8 kes hatin kuştin
15 hezîran, 2026   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê bajarê Tula yê dikeve başûrê Moskovê Dmitry Mileev ragihand droneke Ukraynayê îro qadeke niştecihan kir hedef, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn. 

Mileev li ser Telegramê diyar kir ku di bombebaranê de zirar çêbûne û dibe ku bîlançoya destpêkê were nûkirin.

Rayedarên Ukraynayê jî da zanîn ku di êrişeke hewayî ya berfireh a Rûsyayê ya berbanga îro de 13 kes li Kîevê birîndar bûn, şewat derket û zirar li binesaziyê bûn.

Şaredarê Kievê Vitali Klitschko ragihand ku êrişê zirar gihand xetên ceyranê, di encamê de nêzî 140 hezar kes bê ceyran in, her wiha ji ber ketina bermahiyên dronan agir bi hin malan û erebeyan ket.

Rayedaran her wiha ragihand ku şewat li avahiyek bilind a niştecihbûnê û li derdora dêra dîrokî ya Kiev Pechersk Lavra derketiye.

Wezîrê karên hundir ê Ukraynayê Ihor Klymenko ragihand ku di êrişa duyemîn a Rûsyayê ya li ser bajêr Charkiv de, 5 karmendên servîsa awarte hatine kuştin û herî kêm 5 jî birîndar bûne.

(bb)