Piştî lihevkirina DYA û Îranê petrol erzan bû

Piştî lihevkirina DYA û Îranê buhayê petrolê daket û buhayê zêr zêde dibe.

Piştî lihevkirina DYA û Îranê petrol erzan bû
15 hezîran, 2026   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ragihandina lihevkirina di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê (DYA) û Îranê de, di bazarên cîhanî û herêmî de tevgereke mezin dest pê kir.

Li gorî nûçeya Bloombergê petrola Brent, piştî ku hefteya borî daket asta herî nizm a 3 mehên dawîn, ji sedî 4’an zêdetir daket û varîla wê daket 83 dolaran.

Petrola xav a DYA’yê (WTI) jî ket binê 81 dolarî. Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wî destûr daye ku Tengava Hurmuzê “ji bo derbasbûna bêpere were vekirin” û dorpêça li ser Îranê bi dawî bibe. Hat diyarkirin ku piştî îmzekirina peymanê dê tengav ji nû ve were vekirin.

Di demekê de ku bihayê petrolê dadikeve, buhayê zêr jî bilind dibe. Zêrê ons ku hefteya borî bi 4 hezar û 24 dolarî di asta herî nizm a 2 mehên dawîn de bû, derket 4 hezar û 325 dolarî.