Şerê Rûsya û Ukraynayê didome

Artêşa Ukraynayê ragihand ku bi 10 balafirên bêmirov êrişî Kîevê hatiye kirin. Li gorî rayedarên Rûsyayê jî, di êrişeke artêşa Ukraynayê de jinek birîndar bûye.

Şerê Rûsya û Ukraynayê didome
26 tebax, 2024   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Ukraynayê vê sibê ragihand ku Rûsyayê bi balafirên bêmirov êrişî Kîevê kiriye û ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê, tu ziyan çênebûne.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê Serhiy Popko di daxuyaniya xwe de ku li ser ’Telegramê’ parve kiriye, got 10 dronên bêmirov dema nêzîkî bajêr dibûn li herêma derdora paytextê hatin rûxandin. Her wiha diyar kir ku encamên bombebaranê dê di saetên pêş de werin ragihandin.

Li gorî waliyê herêma Saratovê ya Rûsyayê, di encama êrişên Ukraynayê yên balafirên bêmirov ên li ser herêmê de  jinek birîndar bûye û li bajarên Saratov û Engels gelek zirar avahiyan bûne.

(bb)