Li Şamê pirek rûxiya

Li Şamê pirek rûxiya. Li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Şamê pirek rûxiya
26 tebax, 2024   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameyeke girêdayî hikumeta Şamê, pira li ser rêya Mutehelek El Cinûbî ya nêzî garacên Sûmeriyê ya li Şamê rûxiya.

Rojnameyê diyar kir ku di encama rûxîna pirê de 2 kes birîndar bûne.

Medyaya xwecih jî diyar kir ku pir hemwextî derbasbûna otobusekê rûxiyaye û di encamê de 2 kesên di otobusê de mirine.

(bb)