Desteya Çandinî û Avdanê civîna xwe ya salane li dar dixe

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi dirûşma "Pêşxistina çandiniyê bingeha aboriya komînal e" civîna xwe ya salane li dar dixe.

Desteya Çandinî û Avdanê civîna xwe ya salane li dar dixe
Desteya Çandinî û Avdanê civîna xwe ya salane li dar dixe
Desteya Çandinî û Avdanê civîna xwe ya salane li dar dixe
Desteya Çandinî û Avdanê civîna xwe ya salane li dar dixe
Desteya Çandinî û Avdanê civîna xwe ya salane li dar dixe
Desteya Çandinî û Avdanê civîna xwe ya salane li dar dixe
Desteya Çandinî û Avdanê civîna xwe ya salane li dar dixe
Desteya Çandinî û Avdanê civîna xwe ya salane li dar dixe
26 tebax, 2024   11:45
HESEKÊ

Civîna salane ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Pêşxistina çandiniyê bingeha aboriya komînal e" li hola Serdemê ya li bajarê Hesekê dest pê kir. Hevserokatî û endamên Desteya Çandinî û Avdanê, hevserokatiya Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên komîte û yekitiyên çandiniyê û nûnerên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di civînê de amade ne.

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif rewşa siyasî nirxandin. Civîn bi axaftina şêwirmendê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer dewam dike.

Di civînê de dê sînevîzyonek li ser xebatên par ên desteyê were pêşandan. Piştre dê rapora salane ya desteyê were xwendin û nîqaş li ser were kirin. Rewşa çandiniyê ya li herêmê jî dê were şîrovekirin.

Di dawiyê de dê encamnameya civînê were aşkerekirin û plansaziya sala 2025’an were danîn.

(bb)

ANHA