Şerê li Xezayê rojeva civîna Meclisa Hevkariya Kendavê ye

Li paytexta Qeter Dohayê gera 44`an a civîna serokên Meclisa Hevkariya Kendavê dest pê kir.

Şerê li Xezayê rojeva civîna Meclisa Hevkariya Kendavê ye
5 kanûn, 2023   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li paytexta Qeter Dohayê gera 44`an a civîna serokên Meclisa Hevkariya Kendavê dest pê kir. Gelek mijar û dozên wek koordîneya siyasî, ewlehî, aborî di navbera dewletên kendavê de, şerê li Xezayê rojeva civînê ye. 

Di civînê de, wê serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan jî li gor vexwendnameya mîrê Qeterê, tev li civînê bibe.

Duh Qeterê ragihand ku ji bo agirbest di navbera Hemas û Îsraîlê de pêk were, dê navbeynkariyê bidomîne.

Her wiha dê serokên Meclisa Hevkariya Kendavê têkildarî projeya vîzeya yekgirtî biryar bigirin ku li gor wê, kesê vîze ji dewletekê kendavê wergirtibe dikare di nav her 6 dewletan de bi rihetî tev bigere.

(şx)