Ji YPS’ê du çalakiyên cuda
YPS’ê di 29’ê Mijdarê li Mecîdiyekoy û Arnavutkoyê ya bajarên Tirkiyê du çalakiyên cuda pêk anîn û du wesayîtên faşîstan şewitandine.
Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) bi daxuyaniyêk du çalakiyên cuda li navçeyên Stenbolê ku pêk hatibûn girt ser xwe.
Daxuyanî wiha ye:
“yekîneya YPS’ê ya Şehîd Nûrî Yekta 29’ê Mijdarê li Mecîdiyekoyê û yekîneya YPS’ê ya Şehîd Brûsk Dersim 29’ê Mijdarê li Arnavutkoyê wesayîtên faşîstên MHP’yî dane ber agir.
YPS’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Têkoşîna me li ser xeta paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo ye. Ji bo gelan nasname û jiyanek azad esas digire. Têkoşîna me ya li dijî faşîzma ku dijminahiya gelê Kurd dike, wê berdewam bike. Yên ku xizmetê ji faşîzmê re dikin û hîmê jiyana xwe li ser qirkirin û kuştinê ava dikin wê hesaba vê yekê bidin."