Li bakurê Derayê 4 endamên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li bakurê Derayê di êrişekê de 4 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li bakurê Derayê 4 endamên hikumeta Şamê hatin kuştin
5 kanûn, 2023   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)çekdarên nenas vê sibê êriş erebeyeke ewlehiya dewletê ya hikumeta Şamê kirine. Di encamê de 4 ji wan hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. 

SOHR`ê aşkera kir ku erebe di ser rêya di bajarên Casim û Inxil ê bakurê Derayê de derbas dibû. Birîndar rakirina nexweşxaneyên Senemên.

Piştî êrişê, hêzên hikumeta Şamê kete seferberiyê ji bo ku êrişkeran bigire.

(şx)