Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya komkirina îmzeyan

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin. Îmze dê ji YE’yê re werin şandin.

9 sibat, 2024   13:33
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ragihand. Daxuyanî li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişloyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan, saziyên hiqûqî û şêx û rûspiyên eşîran hat dayîn.

Daxuyanî bi kurdî û erebî ji aliyê endamên însiyatîfê Silêman Ehmed û Nuha Omer ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi pêvajoyên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Di daxuyaniyê de tecrîd û pergala îşkenceyê ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê pêk tîne hatin destnîşankirin û hate gotin: "Ruxmî ku Konseya Yekitiya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Parlamantoya Ewropa, tevahî deste û rêxistinên mafên mirovan û Danezana Cinêvê û Rêgezên Nelson Mandela banga pêkneanîna binpêkirinan di doza Rêber Apo de dikin, lê dewleta Tirk binpêkirinên xwe yên dermirovî li dijî wî didomîne û siyasetên hişk li dijî wî pêk tîne.

Ruxmî mercên dijwar ên li girtîgeha Îmraliyê jî, desthilata Tirk biryarên Desteya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan bin pê dike. Li gorî van biryaran nabe tu dewlet girtiyek ji hevdîtina malbat û muwekîlê xwe herî kêm 14 rojan qedexe bike, lê dewleta Tirk li pêşiya çav û guhên wan desteyan ji zêdetirî 13 salan ve polîtîkaya tecrîda mutleq li dijî Rêber Ocalan pêk tîne. Nahêle malbat û parêzer wî bibînin. Her wiha agahiyên der barî wê de vedişêre. Hevdîtina dawîn a bi parêzerên wî re 7’ê Tebaxa 2019’an bû. Hevdîtina herî dawîn a rû bi rû bi birayê wî re bû di 3’yê Adara 2020’î de pêk hatibû. Her wiha peywendiya herî dawîn a bi rêya telefonê ku 5 deqe derbas nekir di 25’ê Adara 2021’ê de bû.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk daxwaza Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ya 6’ê Îlona 2022’yan de kiribû, bê bersiv hişt ku banga têkildayîna dimildest bi Rêber Abdullah Ocalan dike. Her wiha hate destnîşankirin ku der barê rapora CPT’yê de tu daxuyanî nedaye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin dewleta Tirk guh nade biryara Komîteya Ewropayê ya qedexekirina îşkenceyê bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyan û wî ji mafê hêviyê bê par hiştiye û hate gotin: "Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û azadxwazên cîhanê ji ber nedayîna agahiyan der bare rewşa tendurstî ya rêbertî, têkoşer û fîlozof Abdullah Ocalan de bi fikar in.

Li ser vê yekê em dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan dikin. Armanc bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ye. Baweriya me bi girîngiya rola Konseya Yekiriya Ewropa heye ku dikare Tirkiye wekî endameke desteya NY’yê neçar bike ku biryarên desteyê pêk bîne. Em bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û desteyên mirovî dikin ku rola xwe di rola xwe di doza Rêber Ocalan de pêk bînin, dawî li tecrîdê bînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA