Şerê li Ukranyayê: Armanc û senaryoyên muhtemel

Di hefteyên dawîn de şerê Ukrayna – Rûsyayê dijwartir bû. Hin pisporan sedemên vê gûrbûnê spart kêmbûna piştevaniya hêzên rojavayî ji bo Ukraynayê.  Hin pisporên din jî ev  yek spartin daxwaza Rûsyayê ku artêşa Ukraynayê lawaz bike û dawî li şer were.

Şerê li Ukranyayê: Armanc û senaryoyên muhtemel
2 adar, 2024   05:33
NAVENDA NÛÇEYAN 
YEHYA EL HEBÎB

Berî 2 hefteyan hêzên Rûsyayê bajarokê Avdiivka yê stratejîk ê bakurê rojhilayê Ukraynayê kontrol kir.  Di çend rojên dawîn de 3 gund din kontrol kirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja çarşemê ragihandibû ku hêzên wê gundê Stîbov ê 7 mîl dikeve bakurê rojavayê Avdiivka kontrol kir. Berpirsên Ukraynayê berê jî gotibûn ku hêzên Ukraynayê ji Stepov û gundê Severnê  yê nêzîka wê vekişiyan.

Berdevkê artêşa Dmytro Lykhovy roja duşemê ji televîzyona Ukraynayê re gotibû, hêzên Ukraynayê "ji bo rêxistinkirina berevaniyê" li ser xeta nû ya avahiyên mêtingeriyê" ji bo rêgirtina li ber pêşketina dijmin ber bi rojava ve" ji gundê Lastochkini vekişiyan.

SEDEMÊN GURBÛNA ŞER

Akademîsyen û lêkolînerê kar û barên Rûsyayê profesor Mehmûd El Efendî  sedemên vê gûrbûnê spart têkçûna êrişa berovaj a Ukraynayê. Mehmûd El Efendî: " Êriş di dawiya buhara borî de dest pê kir û heta destpêka zivistanê dom kir. Di warê leşkerî de dema ku tu di êrişê de têk biçî dê li dijî te êrişeke berovaj bê pêkanîn. Ev jî normal e. Tiştê ku niha diqewime ew e ku Rûsya deverên di êrişa berovaj a Ukraynayê de ji dest dabûn, vedigerîne û bajarên girîng kontrol dike."

Akademîsyen û lêkolînerê kar û barên Ewropayê û têkiliyên navneteweyî profesor Tariq Wehbê got, Rûsya hewl dide kapasîteya xwe ya şer nîşan bide û ev nirxandin kir: "Rewşa Ukraynayê jî diyar dike ku tu destek ji derve jê re nayê dayîn. Piştî ku Rûsyayê leşkerên xwe amade kirin Ukrayna hêdî hêdî dê têk biçe. Her wiha di vê rewşê de Rûsya dê mercên xwe yên di dan û standinê de zêde û xurt bike."

Li gorî Wehbê, Putin destpêkê dixwest tenê ev şer bi dawî bibe, lê piştî operasyona leşkerî cîhan dibêje ku Ukrayna têk naçe. Wehbê got: "Di encamê de xuya bû ku Rûsya êdî fêm kir ku ew nikare Ukraynayê ji holê rake, lê belê ew li derfetekê digere da ku şer qezenc bike û moralê leşkerên Ukraynayê têk bibe. Biryara dawiya şer  bi gelek sedeman ve girêdayî ye. Sedema sereke jî berteka rojava ya li hember têkçûna Ukraynayê ye.

KÊMBÛNA CEBILXANEYÊ YAN LEŞKERAN?

Der barê kêmbûna cebilxaneya Ukraynayê de El Efendî ev nirxandin kir: "Ev mijareke ragihandinî ye. Ji ber cebilxaneya Ukraynayê têrê dike ku salekê şerê Rûsyayê bike. Lê belê pirsgirêk kêmbûna leşkeran e. Di konferansa Parîsê de dewletên rojava şandina çekan ji bo Ukraynayê nîqaş nekir. Wan şandina leşkerên NATO'yê ji bo Ukraynayê nîqaş kir. Ev jî nîşan dide ku li ba dewletên rojava leşker tune ne ku wan perwerde bike û bişîne sînor."

ŞER BER BI KU VE DIÇE?

Der barê bandora wê li  şer, El Efendî got: "Di navbera Ukrayna û Rûsyayê de eniyeke leşkerî ya xurt bi dirêjiya hezar kîlometreyên çargoşe heye. Ev enî ji gelek aliyan ve hat têkbirin. Ji ber wê jî bajarên Ukraynayê dê yek li pey yekî têk biçin. Parêzgerê Kievê jî gotibû ku têkçûna Avdiivka destpêka têkçûna bajarên din e. Eger rewşa leşkerî wiha bidome em ê bibînin bajarên Ukraynayê tev bikevin."

Li gorî El Efendî, şer ber bi pêkanîna armancên Rûsyayê û rizgarkirina Donbas bi temamî ve diçe û dê hikumeta Ukraynayê hilweşe. Efendî wiha got: "Eger ev yek pêk neyê jî wê demê Rûsya neçar dibe ku bajarên nû kontrol bike da ku metirsiyê ji xwe dûr bixe. Dema ku Rûsya ewlehiya leşkerî û siyasî ji aliyê Ukraynayê ve bibîne hingî dê raweste. Ew jî bi rêya dûrixstina artêşa Ukraynayê ji sînorê Rûsyayê ye. Berê me dîwarek di navbera rojhilat û rojava de didît ew jî dîwarê Berlînê bû; ji ber wê jî dibe ku em dîwareke nû li Kiev an jî li bajarên din bibînin."

Lêkolîner Tariq Wehbê li ser mijarê ev nirxandin kir: "Daxuyaniya Macron ên der barê gengaziya hebûna hêzên ewropî li kêleka hêzên Ukraynayê de, diyarkirina senaryoya şer e, ku bi hemû derfetan destekê bidin Ukraynayê da ku şer qezenc bikin.  Lê Rûsya wiha nabîne, ev gengaziya şerekî vekirî li dijî Ewropayê ye. Di encamê de ev gurbûna şer tenê ji bo sînordarkirina dan û standinan e. Gengaziya avakirina dewleta Rûsya ya nû ku tê de herêmên Ukraynayê hebin, derdikeve holê."

BANDORÊN WÊ LI ALOZIYA AMERÎKA – RÛSYAYÊ

Der barê bandora wê li ser aloziya Rûsya û rojava de, El Efendî got: "Amerîka ji destpêka şer ve ketiye nav wî. Amerîka bi hemû rêbazan destekê dide Ukraynayê. Di encamê de têkiliya wê bi Rûsyayê re bi temamî qut bû. Ez bawer nakim di demeke nêz ew têkilî vegere. Bêguman şerê Ukraynayê bandor li aloziyê kir lê ew nagihîje aloziyeke rasterast. Ji ber ku DYA û dewletên rojava bi xwe vê yekê naxwazin. Ew hewl didin aboriya Rûsyayê têk bibin û di aliyê leşkerî de wê lawaz bikin, lê hîn jî negihêştine armancên xwe."

El Efendî diyar kir ku aloziya rasterast di navbera Amerîka û Rûsyayê de negengaz e û ev nirxandin kir "Ji ber ku ew aloziyeke atomî ye û ew ê dawiya mirovan bîne û got: "Ez bawer nakim herdu dewletên mezin ji bo Ukraynayê şerekî atomî li dar bixin."

Wehbê destnîşan kir ku Rûsya û Amerîkayê hewl didin eniyên din venekin, ji ber ku kontrolkirina wan dibe ku zehmet be û got: "Lê belê herdu alî dikarin li eniyekê zêdetir jî bilîzin, ev jî dihêle operasyonên leşkerî gurtir bibin, lê dîsa jî ew ê sînordarkirî bimînin."

(mh)

ANHA