Êrişên dewleta Tirk li ber belavkirina mazotê dibin asteng

Cotkaran li navçeya Eyn Îsayê bang kir ku lez bidin xebatên belavkirina mazotê. Gerînendetiya Çandiniyê jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker kar û xebatên wê asteng dikin.

Êrişên dewleta Tirk li ber belavkirina mazotê dibin asteng
Êrişên dewleta Tirk li ber belavkirina mazotê dibin asteng
Êrişên dewleta Tirk li ber belavkirina mazotê dibin asteng
Êrişên dewleta Tirk li ber belavkirina mazotê dibin asteng
Êrişên dewleta Tirk li ber belavkirina mazotê dibin asteng
Êrişên dewleta Tirk li ber belavkirina mazotê dibin asteng
2 adar, 2024   03:35
EYN ÎSA

Li navçeya Eyn Îsayê 309 hezar û 837 donim zeviyên genim ên avî yên ruxsetgirtî hene. Di vê demê de cotkarên di mewsima zivistanê de berhem çandine, hazirtiya reşandina dermanan û avdanê dikin. Gerînendetiya Çandiniyê jî bi rêya navendên xwe yên li Heba, Hîşe, Cirn û Eyn Îsayê piştgirî dide cotkaran. 

Lê belê di mewsima îsal de, gerînendetiyê tenê mazota pêwîst ji avdanê re da cotkaran ku rêjeya wê ji sedî 60 derbas nake. Her wiha berovajî plansaziya piştgiriyê ku daniye, piştgirtiya mewsima baqil û sebzeyan nekir. Gerînendetî diyar dike derfetên wê kêm in û giranî daye genim.

Cotkarê bi navê Ehmed Îsmaîl ê ji bajarokê Hîşe yê navçeya Eyn Îsayê got: "Gerînendetiya Çandiniyê îsal mazotê dide me, ji ber ku piraniya cotkaran zeviyên xwe ji çemê Celab an jî ji bîran bi rêya jeneratoran av didin. Lê belê mekanîzmeya piştgiriyê hêdî ye. Heta niha me beşa yekemîn a piştgiriyê wer negirtiye û neçar in mazotê ji sûka reş bikirin.”

Îsmaîl wiha domand: "Ev jî barê me giran dike û lêçûna avdanê zêde dike. Em semad û derman jî dikirin. Bazirgan jî keysbaziyê dikin. Her bazirganek bi dilê xwe difroşe me. Çavdêriya li ser dermanxaneyên çandiniyê û bazirganên semadê jî kêm e. Heke em bi deyn jî bibin, fayza wê zêde ye di navbera ji sedî 25 heta 50`î ye."

Cotkarê bi navê Ebdulezîz El Hisên jî ji ber mekanîzmaya dayîna ruxsetan rexne kir.

Li gorî rûberên ji aliyê Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî ve hatine ruxsetkirin, diviyabû di beşa yekemîn de 3 milyon û 354 hezar û 618 lître mazot bihata belavkirin, lê belê heta niha tenê ji sedî 25`ê wê miqdarê dayîn. Her lîtreyek bi hezar û 50 lîre ye.

Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya Ehmed El Omer got: "Em hewl didin bi qasî em dikarin piştgiriyê ji cotkaran re pêşkêş bikin ruxmî ku mazota ji vê saktorê re kêm tê."

El Omer destnîşan kir ku hedefgirtina saziyên stratejîk ji aliyê dewleta Tirk ve, bi awayekî mezin bandor li piştgiriyê kiriye nemaze ku Eyn Îsa li eniya şer bi dewleta Tirk re ye û her tim tê hedefgirtin. Li gorî wî ev êriş xebatên belavkirina mazotê li ser cotkaran asteng dike ji ber ku piraniya stasyonên mazotê li ser rêya navneteweyî ye ku rojane tê hedefgirtin.

Li gorî cureya jeneratorê û kûrbûna bîrê, Gerînendetiya Çandiniyê di navbera 12 heta 30 lître mazot li cotkaran belavkirin. Her wiha ev belavkirin girêdayî kişandina avê ji çeman e jî ku li gorî wê di navbera 8 û heta 15 lître mazot tê dayîn.

(şx)

ANHA