7 jin û 7 dîrokên ronîkirina rêya azadiyê

Şoreşa Rojava ku wekî Şoreşa Jin tê pênasekirin bi pêşengiyan jinan textê desthilatdaran hejand, bingeha pergala nû ava kir. Lewma dagirker jinên pêşeng dikin hedef. Di salek dawî de 7 jinên şoreşger şehîd bûn. 

7 jin û 7 dîrokên ronîkirina rêya azadiyê
2 adar, 2024   02:34
QAMIŞLO
SÎMA BIROK

Di demeke ku jin bi êrîşên zîhniyeta baviksalariyê yên wekî kuştin, îşkence, darvekirin, tecawizkirin û komkujiyê re rû bi rû dimînin de, Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê bi têkoşîna dijwar hem êrîşan têk dibe, hem jî dîrokê ji nû ve dinivîse. 

Ev têkoşîna nêzî 50 salan, li Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de veguherî şoreşê. Jinan li Rojava di warê leşkerî, siyasî, çandî, aborî û hunerî de pêşengiya avakirina sîstema demokratîk kirin. Lewma 19’ê Tîrmehê wekî Şoreşa Jinê tê pênasekirin.

Jinan di heman demê de textê desthilatdar û dagirkeran jî hejand, xeta azadiyê li cîhanê belav kir. Lewma dibin hedefa her cure êrîşên dagirkeran.

Tenê ji 8`ê Adara 2023`an heta 18`ê Çileya 2024`an, ji qada leşkerî heta qadên siyasî, civakî û ragihandinê hemû xebatên jinan bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagiker û hevkarên wê. Di van êrişan de 7 jinên pêşeng şehîd bûn. 

ŞERVANA YPJ`Ê MEZRA BOTAN

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Mezra Botan (Çîçek Kiliç) ji bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ye. Sala 2015`an tev li Tevger Azadiyê dibe û piştre jî berê xwe dide Şoreşa Jinê (Rojava) û di nava refê YPJ`ê cihê xwe digire. Bi kelecan, dilgermî û jîrbûna xwe li gelek eniyên berxwedanê yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê berevaniya destkeftiyan kir. Wexta ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2019’an êrîşî Girê Sipî û Serêkaniyê kirin, Mezra Botan jî wekî rêhevalên xwe di eniyên pêş ên berxwedanê de cihê xwe digire.

17`ê Hezîrana 2023`yan li bajarê Eyn Îsa di encama bombebaran dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

PÊŞENGÊN JIN LEYMAN ŞIWÊŞ Û YUSRA DERWÊŞ

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo (wê demê kanton bû, niha girêdayî Kantona Cizîrê ye) Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) a ji navçeya Amûdê sala 1985`an tevlî xebatên civakî; sala 1989`an jî tev li refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Di rêwîtiya lêgerîna azadiya jin de 38 salên jiyana xwe li gelek herêmên Kurdistanê bi têkoşînek bê hempa borandin.  6 mehan ji aliyê PDK’ê ve tê girtin. Di sala 2008`an de derbasî Rûsyayê dibe û 7 salan kar dike. Di salên cuda de li Başûrê Kurdistanê jî xebat dimeşîne.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê biryar vegere warê xwe dide; li bajarên Kobanê û Minbicê têkoşînê dimeşîne. Herî dawiyê wekî cîgira Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo erk girt ser xwe. Roja 20’ê Hezîrana 2023’yan di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de, li gel Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş şehîd bû.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş ji navçeya Amûdê ye; di salên 1980`î de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike; tev li xebatên hunerî dibe.  Li hemberî desthildariya hikumeta Şamê serî natewîne û zarokên Kurd ên li herêmê fêrî zimanê wan ê dayikê dike. Beşdarî xebatên rêxistinî dibe; li gelek bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê têkoşînê dimeşîne û di salên 1990`î de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike.

Bi destpêkirina Şoreşa Jinê re ew jî bi awayekî çalak cîh digire, herî dawiyê wekî Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo erk digire ser xwe.

20`ê Hezîrana 2023’yan, di navebera bajarê Qamişlo  û navçeya Tirbespiyê de li gel Cîgira Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) û endamê Meclisê Firat Tûma di  êrişa balafira dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.  

HEDEFGIRTINA SEYAREYA JIN TV

Li ser rêya di navbera bajarê Qamişlo – navçeya Amûdê de 23`ê Tebaxa 2023`an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov wesayita Jin Tv bombebaran kir. Di encamê de karmendê TV’yê Necmedîn Feysel şehîd bû û nûçegihana TV’yê Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bû.

FERMANDAR ŞERVÎN Û DU HEVRÊYÊN WÊ

Fermandara YPJ`ê û endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervîn Serdar (Îman Mehmûd Derwêş) a ji navçeya Tirbespiyê 1998`an tev li nava refên Tevgera Azadiyê dibe. Piştî salên dirêj berê xwe dide Şoreşa 19`ê Tîrmehê; di gelek pêngavên parastina herêmê de cih digire, 25 salên jiyana xwe bi şoreşgeritiyê derbas dike û bi hişmendiya azadiya jinê erka xwe pêk tîne. Fermandar Şervîn Serdar di qada siyasî û dîplomasiyê de jî xebat dide meşandin.

Şervana YPJ`ê Nûcan Ocalan (Şîlan Mihemed Ehmed) a ji bajarê Minbicê di demeke ku êrişên dagirkeriyê li dijî herêmê zêde bûn de, bi rihê fedekariyê tev li Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe.

Şervana YPJ`ê Canda Cûdî (Sara Mihemed Ebdî) jî ji bajarê Girê Spî ye. Piştî dewleta Tirk a dagirker bajarê wê dagir kir, tevî ku dayika 2 zarokan bû jî bi hêrsa tolhildanê tev li nava refên YPJ`ê dibe. Bi wêrekî, fedakarî û cîhgirtina di eniyên pêş de hat nasîn.

Roja 15`ê Îlona 2023`an li Başûr Minbicê wesayîta ku Şervîn Serdar, Nûcan Ocalan û Canda Cûdî tê de bûn, ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebaran kirin. Di encama êrîşê de hersê têkoşer, şehîd bûn.

ZELAL ZAGROS XWEDIYA TÊKOŞÎNA 31 SALAN

Pêşenga jin û Endama Rêveberiya Kongra Star Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) ji gundê Silindir ê navçeya Amûdê ya Kantona Cizîrê ye. Sala 1993`yan tev li Tevgera Azadiyê dibe; li Şamê, 15 salan li çiyayên Kurdistanê, li Ermenistanê jî 6 salan wekî jinek pêşeng û şoreşger xebatê dimeşîne. Li gel destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê vedigere Rojava û di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê de cih digire. Piştî rizgarkirina Dêrazorê, li vê herêmê kar dike.

Herî dawiyê di çarçoveya xebatên belavkirina feraseta azadiya jinê de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Jina têkoşer Zelal Zagros li Kerkûkê 18`ê Çileya 2024`an di êrişeke siûqastê hat şehîdxistin.

MEŞA LI SER XETA JINA AZAD

Wekî bi hezaran jinên pêşeng, 7 şehîdên dawiyê jî bi kesayet û jiyana xwe xelekek din li ser xeta azadiya jinê zêde kir. Lewma li pey wan bi hezaran jinên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê ala wan bilind tir dikin.

ANHA