Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike

Li herêmên başûrê Lubnanê şerê Hizbullah û Îsraîlê didome. Hizbullah ragihand ku wê komeke leşkerên Îsraîlê kiriye hedef.

Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike
18 cotmeh, 2024   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku wê li derdora bajarokê Eyta Şab ê başûrê Lubnanê komeke leşkerên Îsraîlê bi moşekan kiriye hedef. 

Hizbullahê di daxuyaniyekê de da zanîn ku wê derdora bajarokên Keferfêla bi obîsan û "mêtingeha Zelfûn" bi moşekan topbaran kirin.

Li gorî Ajansa National News a Lubnanê, balafirên şer ên Îsraîlê vê sibehê bajarokên Diweyîr û Ensar ên başûrê Lubnanê bombebaran kirin û bi obîsan li derdora bajarokên Marûn Ras û Yarûn ên başûr xistine.

Heman ajansê ragihand ku balafirên bêmirov ên biçek ên Îsraîlê vê sibehê bajarokê Kefer Ruman ê başûr, bajarokên Ramiya, Berîşt, Debal, Hedas û Yatir û bajarokê Mecdel Sulem ên başûrê Lubnanê kirin hedef. Hate diyarkirin ku di encama êrişa li ser Mecdel Sulem de mizgefta kevn a gund hilweşiyaye.

Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê bajarokê Eyta Şab, Ramiya, Dehîra, Bustan Maron, Yaron, derdora bajarê Bin Cibêl ên başûrê Lubnanê bi obîsan topbaran kirin û bajarokên Merwehîn û Terbîxa yên başûrê Lubnanê gulebaran kirin.

(bb)