Hemasê kuştina El Sinwar ragihand

Tevgera Hemasê bi fermî kuştina serokê nivîsgeha siyasî ya wê Yehya El Sinwar ragihand. Gelo helwestên navneteweyî li hember kuştina wî çi bûn?

Hemasê kuştina El Sinwar ragihand
18 cotmeh, 2024   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê kuştiye, Hamasê jî îro bi daxuyaniyekê kuştina Yehya El Sinwar piştrast kir.

Hemasê di daxuyaniyê de da zanîn ku Yehya El Sinwar li Xezeyê hatiye kuştin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser kuştina El Sinwar wiha axivî: "Rojeke baş ji bo Îsraîl, Amerîka û Cîhanê ye. Ji bo siberojeke nû bê Hemasê li Xezayê firsend e."

Helwesta Kremlinê wiha bû: "Em ji encamên kuştina El Sinwar li ser sivîlan, bifikar in."

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî got: "Ji bo wî welatê min şînê nagire. El Sinwar plankerê rojên herî xwîndar di dîroka cihuyan de ye. Dilê min bi qurbaniyên êrişa 7`ê Cotmehê re ye."

Şêwirmendê almanî Olaf Scholz jî got: "Vî tundrawî, sûcên herî hovane û yên dermirovî di êrişa Hemasê li dijî îsraîliyan de kiriye, El Sinwar berpirsê kuştin û tecawîzkirina îsraîliyan bi rêbazên herî hovane ye."

BERTEKÊN ÎRAN, HIZBULLAH Û EL EZHER

Îranê li ser kuştina El Sinwar wiha nivisî: "Dê giyanê berxwedanê ji bo rizgarkirina axa dagirkirî, xurttir bike."

Hizbullahê Lubnanê jî ragihand ku piştî kuştina El Sinwar "şerê bi Îsraîlê re derbasî qonaxeke din bû."

El Zeher jî di daxuyaniya sersaxiyê de jî got: "Şehîdên berxwedana Filistînê yên leheng" û destnîşan kir ku "berxwedan û parastina welat, ax, doz û mirina di oxira wê de, rûmtî ye."

(mh)