Di Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfurtê de danasîna pirtûkên kurdî

Saziya Zimanê Kurdî û Weşanxaneya Nexşê ji bo danasîna çanda kurdî, beşdarî ‘Pêşangeha Navneteweyî ya Frankfurtê’ ya li Almanyayê bûn.

Di Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfurtê de danasîna pirtûkên kurdî
18 cotmeh, 2024   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Weşanxaneya Nexşê ji bo danasîna çanda kurdî  bi berhemên kurdî û pirtûkên ku bi zimanê kurdî hatine wergerkirin cara duyemîn beşdarî ‘Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfurt’ê’ ya li bajarê Almanyaê bûne.

Rêveberê Weşanxaneya Nexşê Abudullah Şêxo ku ji bajarê Qamişloyê, ye da zanîn ku îsal di çarçoveya bernameya vexwendina Pêşangeha Frankfurtê de wek  SZK û Weşanxaneya Nexşê bi awayekî hevbeş di pêşangehê de standek vekirine.

Abdullah Şêxo destnîşan kir ku hemû welatên din bi hemû weşanxayneyên xwe yên esasî beşdarî pêşangeha Franfurt’ê dibin û got: “Ji ber ku Pêşangeha Navneteweyî ya Franfurt’ê di cîhanê de ya herî mezine ku cihê têkiliyan û danasîna ziman, çand û wêjeya welatan e.”

Şêxo destnîşan kir ku tenê ew bi nûnertiya Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşandanê bûne û daxwaziya xwe kir ku di sala ku wê bê de weke her çar parçeyên Kurdistanê cihê xwe di pêşangehê de bigrin da ku çanda Kurdî bi cîhanê hîn bêhtir bidin naskirin.

‘SEFARETXANEYA ALMANYAYÊ ASTENGÎ JI ENDAMÊN SZK’Ê RE DERXISTIN’

Şêxo di derbarê vexwendina pêşangehê de da zanîn ku rexmê ku SZK’ê hatibû dawetkirin, lê ji ber ku serfaretxaneya Almanya’yê bi hinceta şerê li Lûbnan û Sûrye’yê vîze neda endam û xebatkarên SZK’ê, lewma nedikarîbûn beşdarî pêşangehê bibin, lê berhemên SZK’ê cihê xwe di pêşangehê de digrin.

Di pêşangehê de berhemên wêjeya Kurdî (kurmancî, soranî û kirmanckî) tên pêşandan. Di heman demê de pirtûkên bi zimanê kurdî hatine wergerandin tên pêşandan.

(bm)

ANHA