Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike: 1 kuştî, 2 birîndar

Artêşa Îsraîlê piştî hişyariyan careke din taxên başûrê bombebaran kirin.  Hate zanîn  ku di êrişên Hizbullahê de leşkerekî Îsraîlê hatiye kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike: 1 kuştî, 2 birîndar
17 mijdar, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di twîteke xwe ya li ser hesabê xwe yê “X”ê de weşandiye hişyarî da niştecihên herêmên Burc El Berajneh, Hedes û Şeyah ên başûrê Beyrûtê ku herêmê biterikînin. Berdevk nexşeya dever û avahiyên ku divê werin valakirin jî parve kir.

Çend saet piştî hişyariyê artêşa Îsraîlê herêma Hedesê bombebaran kir.

Di çend saetên derbasbûyî de jî li hermên sînorî şerekî dijwar di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de qewimî.

Hate ragihandin ku Hizbullahê bi dehan moşek avêtin Îsraîlê û "êrişeke mezin a bi moşekan" bire ser bajarê Heyfayê û di encamê de 2 kes birîndar bûn û zerar lê dêra bajar bû.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku duh nêzî 80 guleyên topan ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Artêşê ragihand ku leşkerekî Îsraîlê li başûrê Lubnanê hatiye kuştin û diyar kir ku ji 30ˈê Îlonê ve hejmara leşkerên ku di şerê li dijî Hizbullahê de têne kuştin bû 48.

Artêşa Îsraîlê ji 23ˈê îlona îsal ve êrişên hewayî li ser başûrê Lubnanê, bi taybetî taxên başûrê Beyrûtê û Bîqaê zêdetir kiriye. Di destpêka cotmehê de "operasyoneke bejahî ya diyarker" da destpêkirin û derbasî hin gundên li ser sînor bû. Di navîna vê mijdarê de qonaxa duyemîn a "operasyona bejahî" ragihand û bi awayekî kûrtir derbasî başûr bû.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di ecnamê şerê Hizbullah û Îsralê ve ji 8ˈê cotmeha 2023ˈyan û şunde 3 hezar û 452 kes hatine kuştine û zêdetirî 2 mîlyon û 200 hezar lubnanî koç bûne.

(bb)