Li Selahedînê teqîn: kuştî û birîndar hene

Li parêzgeha Selahedînê di encama êrişeke bombeyî de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Li Selahedînê teqîn: kuştî û birîndar hene
17 mijdar, 2024   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Rojnewsê vê sibehê li bajarokê Pelkane yê ser bi navçeya Xurmato ya girêdayî parêzgeha Selahedînê, bombeyek bi wesayîta leşkerên Iraqê ve teqiya.

Hat gotin di encama teqînê de 3 efseran jiyana xwe ji dest dane û 3 leşker jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku birîndar rakirine nexweşxaneyê.