Dagirkeriyê nuqteyeke nû li gundekî Amêdiyê ava kir

Artêşa Tirk a dagirker li pişt gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê nuqteyeke nû ya dagirkeriyê ava kir.

Dagirkeriyê nuqteyeke nû li gundekî Amêdiyê ava kir
16 mijdar, 2024   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnews’ê ku berê dîmenê liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker û çêkirina rêyeke nû li pişt gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ji aliyê artêşa Tirk û di bin parastina PDK’ê de belav kiribû, îro serê sibehê li heman cihî bi hevkariya PDK’ê nuqteyeke nû ya leşkerî ya dagirkeriyê hat avakirin.

Nuqteya nû ya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker, gelek nêzîkî gundê Guherzê ye û di aliyê leşkerî de piraniya deverê û bi taybet jî Dêrelokê kontrol dike.