Şerê Îsraîl û Hemasê: Herî kêm 13 kes mirin

Hate ragihandin ku li Xeza û başûrê Lubnanê de di encama şerê Îsraîl û Hemasê de bi kêmanî 13 kes mirin.

Şerê Îsraîl û Hemasê: Herî kêm 13 kes mirin
5 gulan, 2024   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên lubnanê, balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li bajarokê Meys Cebel ê parêzgeha Nebetiyê ya li başûrê Lubnanê malek bombebaran kir, di encama bombebaranê de 3 kes mirine.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê duh (Şemiyê) êrişeke hewayî li dijî baregehek Hemasê ya li devera Cebalya ya Xezayê pêk aniye. Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama êrişê de berpirsekî Tabûra Birêc a Hemasê bi navê Îmad Salih û hin çekdarên din mirin.

Tabûrên Qesamê ku baskê leşkerî yê Hemasê ye jî ragihand ku di şerê li hemberî artêşa Îsraîlê de li bajarokê Dêr Xisûn ê Şerîdaya rojava, fermandarê bajarê Tol Kerem di nav de, 3 çekdarên wê hatin kuştin.

Li aliyekî din jî Ajansa Nûçeyan a Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê bi ser bajarokê Dêr Xisûn de girtin û 6 Filistînî qetil kirin. Her wiha destnîşan kir ku di êrişên Îsraîlê yên li bajarên Refeh, herêma Ziwayda, kampên Mexazî, Birêc, Dêr Beleh û taxa Zeytûn ên Xezayê de kuştî û birîndar çêbûne.

(bb)