PYD`ê bi şêniyên Til Hemîsê re civiya

PYD`ê bi civînekê rewşa siyasî ji şêniyên Til Hemîsê re şîrove kirin. Di civînê de girîngiya hevgirtinê hat vegotin.

PYD`ê bi şêniyên Til Hemîsê re civiya
PYD`ê bi şêniyên Til Hemîsê re civiya
PYD`ê bi şêniyên Til Hemîsê re civiya
5 gulan 2024   16:10
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Til Hemîsê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî civînek li dar xist. Şênî û endamên saziyên sivîl, partî û rûspiyên êlên Ereb tev li civînê bûn ku li hola Navenda Çandî hate lidarxistin. 

Endamê rêveberiya PYD`ê şaxê Til Hemîsê Hiyal El Xiweyr planên dewleta Tirk a dagirker vegot û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo qirkirina gelê Kurd dixwaze bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hev bike. PDK`ê jî xwest li Qendîlê dewleta Tirk ji xwe razî bike.

El Xiweyr wiha domand: "13 sal e alozî berdewam e û çareserî nîne. Sedema vê aloziyê dewletên kapîtalîst e ku dixwazin hîn bêtir serweta Sûriyeyê talan bikin. "

El Xiweyr diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo yekitiya Sûriyeyê gelek çareserî pêşkêş kir û ji diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî re amade ye.

Endamê rêveberiya Meclisa Til Hemîsê Fayiq El Ehmed jî balkişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: "Tecrîd dermirovî ye, şerê Rêber Abdullah Ocalan dikin ji ber ku ramanên wî li dijî projeyên wan ên dagirkirina herêmê ne."

El Ehmed diyar kir ku rêxistinên hiqûqî heta niha tiştek ji bo Rêber Abdullah Ocalan û gelên herêmê nekirine û got: "Em pê dihesin ku bi dewleta Tirk re li ser hesabê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û gelê Sûriyeyê  hevkar in. Her tim balafirên bêmirov ên dewleta Tirk şêniyan û warên wan dikin hedef û di encamê de bi hezaran ji wan şehîd bûn û birîndar bûn."

El Ehmed di dawiyê de bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyan û ev bang kir: "Planên dewleta Tirk a dagirker li dijî me hen. Divê em hevgirtina xwe xurt bikin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin. "

(şx)

ANHA