Siyasetmedar: Divê dewlet û kesên ku xwîna gelê Sûriyeyê rijandiye bên cezakirin

Siyasetmedaran diyar kir ku ji bo parastina aştiya navxweyî û avakirina siberojeke geş ji bo welat, divê hemû kesên ku xwîna gelê Sûriyeyê rijandiye werin lêpirsînkirin û hesab jê bê xwestin, di serî de jî dewleta Tirk.

Siyasetmedar: Divê dewlet û kesên ku xwîna gelê Sûriyeyê rijandiye bên cezakirin
9 nîsan, 2025   03:45
TEBQA

Gelek welat, bi taybetî dewleta Tirk a dagirker, bi rêya çeteyên xwe tawanên herî hovane û komkujî li dijî gelê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan pêk anîne û bûne sedema kûrkirina nakokiyên di navbera gelê Sûriyeyê de. Hesabpirîna berpirsên van komkujiyan bûye pêdiviyeke pêwîst ji bo parastina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cuda yên gelê Sûriyeyê de.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kantona Tebqayê Xalid El Esker diyar kir ku di 14 salên aloziya Sûriyeyê de gelek tawan li dijî gelê Sûriyeyê hatin kirin û bi sedan welatiyên Sûriyeyê ji hemû ol, mezheb û baweriyan jiyana xwe ji dest da.

Xalid El Esker bal kişand ser vê yekê: "Van tawanan di navbera gelê Sûriyeyê de alozî çêkir û divê hesap ji berpirsên van tawanan li hemû xaka Sûriyeyê were pirsîn ji bo pêkanîna dadmendiyê ji bo hemû gelê Sûriyeyê.”

Hevserokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê li kantona Tebqayê Ehmed El Xelef got dadmendiya veguhêz û aştiya navxweyî bi "dayîna mafên her kesî" pêk tê.

Xelef di wê baweriyê de ye ku ji bo bidestxistina dadweriya dema derbasbûnê, divê hewl bên kirin ji bo avakirina dadgehên serbixwe, û avakirina komîteyên lihevhatina niştimanî yên rasteqîn û komîteyên lêpirsîna rastiyan ji hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bêne avakirin.

‘DEWLETA TIRK DI PÊKANÎNA NAKOKIYAN DE XWEDÎ ROLEKE SEREKE YE’

El Xelef amaje bi wê yekê dike ku welatên ku nakokiyên mezhebî û etnîkî di nav sûriyan de çêkirine, wekî dewleta Tirk, bûne sedema gurkirina nakokiyên mezhebî û etnîkî li Sûriyeyê. Wan bi hezaran çeteyên ji bo pêkanîna pîlanên xwe yên tawankar, hilweşandina tevna civaka Sûriyeyê û dagirkirina xaka Sûriyê, kom kirine. Her wiha Rûsya û Îranê jî heman tişt kirin.

El Xelef bal kişand ser vê yekê: "Welatên ku di rijandina xwîna gelê Sûriyeyê de cih digirin, weke Tirkiye, hewl didin pêvajoya dadweriya veguhêz asteng bikin û çeteyên xwe yên ku sûc kirine biparêzin, ku di lîsteya terorîstan de hatine tomarkirin. Ji wan jî kujerên Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hêvrîn Xelef in.”

Rêvebera Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Fatima El Ebid got: “Hesbpirsîna ji wan kesên ku tawan li dijî gelê Sûriyeyê kirine ne bijardeyeke siyasî ye ku dikare were gotûbêjkirin, lê belê mafekî bingehîn û mirovî ye ku bi derbasbûna demê re naqede.”

Her wiha got: “Dadmendî tê wateya darizandina sûcdaran, cihê wan çi be bila bibe. Her wiha tê wateya guerina saziyên ku zordarî kirine û qerebûkirina mexdûran di warê aborî û manewî de.”

Fatima El Ebid di dawiya axaftina xwe de got: "Eger berpirsyarên tawanên şer, di serî de kujerên şehîd Hevrîn Xelef neyên cezakirin, em jinên Sûriyeyê em ê nikaribin tevlî pêvjoya pêkanîna dadmendiya veguhêz û avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî, bibin.”

(k)

ANHA