serdana Şerii ya Fransayê û rageşiya Hindistan û Pakistanê sernavên rojnameyan  

Li gorî nalîzên rojnameyan, seredana serokê desthilata Şamê bo Fransa sê nîşanên wê yên sereke hene, di demekê de ku tevliheviya mezhebî li Sûriyeyê zêde dibe. Di hêla navneteweyî de jî, metirsiya mezinbûna aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê de derdikeve holê, ku dibe her du hêzên nukleerî têkevin nav şerekî wêranker. 

serdana Şerii ya Fransayê û rageşiya Hindistan û Pakistanê sernavên rojnameyan  
7 gulan, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rojnameyên îro behsa serdana serokê desthilata Şamê bo Fransa û aloziya leşkerî di navbera Hindistan û Pakistanê de kirin. 

ŞERII LI PARÎSÊ YE Û REXNEKIRINA PLANÊN DAGIRKERIYÊ 

Rojnameya El Quds El Erebî behsa serdana Ehmed El Şerii serokê desthilata Şamê bo Parîsê kir, ku yekem serdana bo Ewropayê  ye piştî rûxandina rêjîma Beisê. Rojnameyê ragihand ku li gorî dema serdanê nîşanên girîng hene: 

Yekem, serokatiya Fransî teqez dike ku ev serdan pabendbûna dîrokî ya Parîsê ji bo gelê Sûriyeyê û daxwazên wan ên ji bo aştî û demokrasiyê nîşan dide. 

Duyem, ev serdan di dema gurûn aloziyên di nav hin derdorên Durzî de li Sûriyê pêk , her wiha daxuyaniyên Israîlê ku daxwaza destwerdanê dike ji bo parastina Durziyan, ku hêncetê Israîl êrêşan li ser xaka Sûriyeyê pêk anîn. 

Sêyem, serdan nîşan dide ku helwesta Fransa, ya der barê planên Israîlî yên ji bo berfirehkirina operasyonên bejayî li Xezayê, asêkirina dorpêça mirovî û rêgirtina li derbasbûna alîkariyan, hatiye guhertin. 

ARÎŞEYA DI NAVBERA HINDISTAN Û PAKISTANÊ DE METIRSIYA KU DU HÊZÊN NUKLEERÎ BIKEVIN NAV ŞEREK WÊRANKER 

Rojnameya El Ereb ku navenda li Londonê ye, bal kişand ser arîşeya leşkerî di navbera Hindistan û Pakistanê de, û bal kişand ku şer roja Sêşemê ji ve dest kir, ev yek tirsa navneteweyî zêde dike ku her du welatên xwedî çekên atomî berbi şerekî wêranker ve herin. 

New Delhi tekez kir ku operasyonên "sînordar û baldar" bûn li dijî "rêxistinên terorîst", di heman demê de Pakistan ragihand ku ew ê bersivê bide, û got ku pênc cih hatine bombebarankirin, di nav wan de du mizgeft. 

Rojname di baweriyê de ye ku metirsiya şerê nukleerî hîna kêm e, ji ber zexta navneteweyî. nebûna mekanîzmayên zelal ji bo kêmkirina rageşiyê, rewşê aloztir dike û îhtîmala şer zêde dike, bi taybet piştî gurbûna gotara siyasî û êrişên sînorî yên her du aliyan. 

(k)