Li Sûriyê di rojekê de 14 kes hatin kuştin 

Li Sûriyeyê di nava 24 demjimêran de di bûyerên cuda de herî kêm 14 kes hatin kuştin. 

Li Sûriyê di rojekê de 14 kes hatin kuştin 
7 gulan, 2025   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Navenda Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR), di 24 demjimêrên borî de, li Sûriyeyê herî kêm 14 kes di çend bûyerên cuda de hatine kuştin. 

Li gundê Ebû Defna gundewarê Idlibê rojhelat, zilamek bi teqîna mayînekê ku ji şer maye hat kuştin. Li başûrê Swêda li nêzîkî bajarokê El Raha, termê kesekî kuştî hate dîtin. 

Çar sivîl, di nav wan de zarokek, li gundewarê Laziqiyê ji aliyê çekdarên ser bi desthilata Şamê ve hatin kuştin dema ku li ser zeviyên xwe yên çandiniyê dixebitîn. Li gundewarê Humsê rojava, xortek bi guleyên rasterast hat kuştin piştî ku komek çekdaran avête ser gund. 

Li Qerdaha, laşê xortekî di golê de hat dîtin, ew xort berî çend rojan ji aliyê çekdarên ku kincên ewlekariya Şamê li xwe kiribûn, hatibû revandin. Di heman demê de zarokek li bajarê El Senemên ê bakurê Derayê di dema pevçûnekê de gulek ket û jiyana xwe ji dest da. 

Li gundê El Dûr ê rojavayê Siwêdayê şer û pevçûn di navbera du malbatan de derketin û di encamê de 2 xortên ji civaka Durzî hatin kuştin. Li gundewarê Hemayê rojava, birayên ji mezheba elewî dema ku li ser zeviyên xwe yên çandiniyê bûn, ji aliyê kesên nenas ve bi guleyan hatin kuştin. 

(k)